Baroya Rihayê ji bo avahiyên hilweşiyayî gilî kir 2023-02-11 08:19:07     RIHA - Baroya Rihayê ji ber avahiyên di erdhêjê de hilweşiyayî serî li dozgeriyê da û wiha got: “Rayedar û taşeronan ji ber îhmalkariya bi zanebûn divê werin darizandin.”   Li Rihayê ji ber erdhêja ku li navenda Bazarcix a Mereş û Dîlokê pêk hat, 19 avahî hilweşiyan. Avahiyên ku hilweşiyan de gelek hesarên cidî hatine tespît kirin. Bi taybetî jî piraniya avahiyên hilweşiyan de hat zanîn ku kolonên avahiyan hatine jê kirin.   Baroya Rihayê ji bo tespîtkirina nasnameyên hemû gumanbaran û bi taybetî têkildarî kesên mutahît û rayedarên ku ji projeyên avahiyên hilweşiyanê re erê kirin e serî li dozgeriyê da û xwestin ev kes werin darizandin.