Parlamenterên HDP’ê birîndarên erdhêjê ziyaret kir 2023-02-10 18:39:33   DÎLOK – Parlamenterên HDP’ê li 6 nexweşxaneyên Dîlokê birîndar ziyaret kirin.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr û şandeya bi wan re serdana welatiyên ku di erdhêja Dîlokê de birîndar bûn û li nexweşxanetan tên tedawî kirin, kir. Şande ji birîndaran re daxwaza derbasbûyê kir û bi wan re hevdîtin pêk anî. Şandeyê di serdanê de daxwazên welatiyan gundar kir.   Nexweşan di serdanê de diyar kirin ku ew pirsgirêka germahiyê dijîn. Parlamenteran diyar kirin ku dê li ser vê yekê alîkariya wan bikin. Her wiha kesên birîndar destnîşan kirin ku piştî zarokên wan di bin bermahiyan de hatine derxistin şûnde nizanin ku birine li ku derê. Li ser vê yekê parlamenteran hejmarên malbatan girtin û gotin li ser vê yekê lêkolînan bikin û dê wan agahdar bikin.