Li Bêrecûka Rihayê piştî 4 rojan kon vedan! 2023-02-10 16:22:18     RIHA - Li navçeya Bêrecûkê welatî 4 roj bû li benda konan bûn. Hat zanîn ku îro ji aliyê AFAD’ê 20 kon li navçeyê hatiye vedan.   Di 6’ê Sibatê de li Kurdîstanê navenda wê Dîlok û Mereş bi pileya 7,7 û 7,5 erdhêj pêk hat. Li Rihayê ku yek ji bajarên ji erdhêjê bi bandor bû 170 kesî jiyana xwe jidest dan. Li navçeya Bêrecûkê 22, li navçeya Pirsûsê jî 3 kesî jiyana xwe jidest dane.   Li Bêrecûkê kesên ku jiyana xwe jidest dan îro hemû li Gorîstana Asrî ya Bêrecûkê hatin definkirin. Her wiha welatiyên ku ji ajansa me re axivîbûn behsa pirsgirêkên ku dijîn kiribûn û destnîşan kirin ku ew nikarin bikevin hundirê malên xwe lê ji aliyê AFAD’ê tu kon nehatiye vedan û welatî bixwe li stra serê xwe digerin. Piştî bertekên welatiyan 4 roj piştre îro ji aliyê AFAD’ê 20 kon li navçeyê hatiye vedan.