Li Galeriayê xebatên rizgarkirinê hatin kêmkirin 2023-02-10 14:59:20     AMED - Li Diyar Galeria ya Amedê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê hêdî bûne, kete ber objektîfan ku endamekî tîma AFAD’a bi hejmareke kêm a xebatkaran dixebite, destên xwe dane pişt xwe û wan temaşe dike.    Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya li Diyar Galeria ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê ku heta niha 116 kes ji binê kavilan hatin derxistin hatin kêmkirin. Ev tişt ket ber objektîfên ajansa Mezopotamyayê (MA). Li Diyar Galeria ku li bajêr herî zêde kesan lê jiyana xwe ji dest da û tê texmînkirin ku hêj 80 kes di nava kavilan de mane, hejmareke kêm ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hene. Li qada kavilan ku hejmara kesên ji tîma AFAD’ê tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên profestyonel bûne hatine kêmkirin, xebatên tîmên agirkujiyê yên tên meşandin, yek ji tîmên AFAD’ê destên xwe dane pişt xwe û bi polîsên tîmên taybet re qadê temaşe dike.