Ji bo alîkarî û piştgiriyê berê xwe dan Dîlokê: Komkujiyeke mezin hat jiyin 2023-02-10 09:06:23   Rojda Aydın - Rabia Önver   DÎLOK - Jinên ku ji bajarên cuda ji bo piştgirî û alîkariyê hatin Dîlokê, anîn ziman ku bajar wêran bûye û gotin zêde alîkarî nayê bajêr. Jinan, bi lêv kir ku roj roja xwedî li derketinê ye.   Piştî ku erdhêja li Bazarcix a Mereşê pêk hat şûnde gelek bajar jî hemû hilweşiyan. Li navçeyên Îslahiye û Nurdagî û gundên wan jî wêraniyek mezin pêk hat û bajar hema hema hemû tunebûye. Ji ber vê yekê welatî neçar man li derve li ber sermayê bimînin. Li gelek bajaran û derveyê welat gelek TIR'ên alîkariyê hatin şandin. Her wiha gelek kes ji bo alîkariyê berê xwe dan bajarên wêranbûyî.    Jina bi navê Kezban Dumlu û Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya HDP’yî ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Helen Işik, ji bo piştgirî û alîkariya gelê Dîlokê bikin hatin herêmê. Jinan, gotin dê hertim bi gelê re nav piştgiriyê de bin.   ‘Roj roja xwedî li derketinê ye’ Kezban Dumlu ji bo alîkarî û piştgiriya gelê Dîlokê bike ji Bûrsayê hat bajêr. Kezban, anî ziman ku şîdeta erdhêjê wêraniya ku hatiye jiyîn dide li ber çavan û wiha got: “Lê belê dema ku em hatin bajêr me dît ku ev wêranî çiqasî mezin e. Em bûn şahid ku birîna dilê wan çixwasî kûr û bêderman e. Piştî erdhêjê li gelek welatan ji bo piştgiriyê welatiyên me ketin nava hewldanan û piştgiriyê dan. Lê dema ku em hatin welat me dît ku ev alîkarî têr nakin. Pêwîstî bi zêdetir alîkariyê heye. Divê em xwedî li welat û mirovên xwe derbikevin. Pêwîstî bi zêdetir piştgirî û xwedî derketinê heye. Roj roja xwedî derketinê ye. Em li vir dibînin ku encama vê erdhêjê çixwasî mezin e. Em dibînin ku birînên wan çixwasî kur in. Gel  pêrîşan bûye û li derve ne. Di vê demsala sar de mirov nikare li derve bimîne. Ligel vê yekê jî welatî ji bo xwe germ bikin betanî nabînin. Ji bo zarokên xwe şîr nabînin. Roj ew roje ku xwedî li derketineke mezin pêk bê. Em xwedî derketinê çiqasî mezin bikin, em ê ew qas birînan jî bipêçîn. Em bang gelê xwe dikin ku werin xwedî li vê derê derevin."   ‘Komkujiyeke mezin hat jiyîn’   Bêrîvan Helen Işik jî destnîşan kir ku erdhêja ku hatiye jiyîn komkujiyek mezin e û wiha domand: “Dibêjin erdnîgarî qeder e û ez bawerim raste û nîv qedere. Ji bo vê welatê dibe qeder. Ji ber ku li vê welatê jiyana herî erzan li vê welatê tê jiyîn e. Wek zanyar jî anîn ziman ku xetên fayê li Kurdistan û Tirkiyeyê derbas dibe. Di demên borî de dem bi demî erdhêjên mezin pêk hatin. Her wiha komkujiyek zêdetir pêk hatiye. Ev jî xuya dike ku jiyana mirovan gelek erzan e. Sûcdarê herî mezin îktîdar bi xwe ye.  Ji ber ku berpirsyarê vê îktîdare.  Kesên ku li ser vê yekê rantê dikin mutahît û şaredarîne. Îktîdar û kesên ku ji bo avakirina avahiyê vê rûhsatê didin sûcdar in. Facîayek mezin e.”   ‘Em li cem gelê xwe ne’   Bêrîvan, destnîşan kir ku erdhêj ji Sêrtê jî hatiye hêskirin, lê bandorek mezin li bajêr nekiriye û wiha bi lêv kir: “Ji bo ku alîkariya gelê xwe bikin em hatin Dîlokê. Em li vir dibînin ku pêwîstiya gel bi gelek tiştan heye. Pêwîstî bi alîkariyê heye. Ji ber vê em li vê derê ne û heta pêwîstî em hebin jî li vir bin. Em li vir li cem gelê xwe ne. Wekî ku hûn jî dizanin dema erdhêja Xarpêtê bû wek Şaredariya Sêrtê me alîkariyek mezin ji bo wir kir. Niha dibe ku şaredariyên me tuneye, lê em bi hemû derfetên xwe alîkariya gelên xwe dikin. Çi pêwîstî hebe em ê bikin. Li vê derê gel li derve ye, nikarin biçin malên xwe. Welateke ku em bêjin dewleteke civakî û bi vê rengî ye, hîn nikare ji gelê xwe re bibe bersiv. Gel bi derfetên xwe alîkariya bajarên ku erdhêj bûye dikin. Em ê heta dawiyê bi gelê xwe re bin.”