Sorxwîn Kobanê: Hêzên komploya navneteweyî bi ser neketin 2023-02-10 09:02:04   Newal Botan   QAMIŞLO -  Ji Rêveberiya Birîndarên Şer Sorxwîn Kobanê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha got:"Komplogeran xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re vîn, îrade û hêza gelê Kurd bişkînin li gor sîstema desthilatdariyê di nava civaka Rojhilata Navîn de jiyanek nû ava bikin. Lê gelên Rojhilata Navîn fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kirin, vîn, îrade û hêza gelê Kurd, li Rojhilata Navîn careke din derxistin holê. Hêzên komploya navneteweyî bi ser neketin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û komploya navneteweyî 24 sal li pey xwe hişt. Ji 15’ê Sibata 1999’an tecrîda li Îmraliyê didome û ev nêzî du salan e jî qet agahî jê nayê girtin.Li dijî tecrîdê li her çar alî cîhanê gel radibin ser piyan. Di salvegera 24’e mîn a komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de ji Rêveberiya Birîndarên Şer Sorxwîn Kobanê ji ajansa me re axivî. Sorxwînê bal kişand ser armanca komploya navneteweyî û berxwedana li dijî komployê.   ‘Armanca Komploya Navneteweyî çi bû?’   Ji Rêveberiya Birîndarên Şer Sorxwîn Kobanê li ser armanc û pêkhatina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê axivî û komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got:"Di destpêkê de komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, em şermezar dikin. Hedefa komploya navneteweyî ew bû ku di kesayeta Rêber Apo de carek din mudaxaleyî Rojhilata Navîn bikin. Hêzên komploger xwestin bi vê komployê re xwe di Rojhilata Navîn de serwer bikin û gelê Kurd hedef girtin. Sal bi sal vê komployê xwe di Rojhilata Navîn de bi rengên cuda û êrişên cuda dubare kir. Komplogeran xwest ku bi dîlgirtina Rêber Apo re vîn, îrade û hêza gel bişkînin li gor sîstema desthilatdariyê di nava civaka Rojhilata Navîn de jiyanek nû ava bikin. Lê gelên Rojhilata Navîn fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kirin, vîn, îrade û hêza gelê Kurd, li Rojhilata Navîn careke din derxistin holê. Bi destpêkirina komployê ve gelê Kurd li kîja welatî be rabû ser piyan, bi çalakî, rêxistinbûyîna xwe re komplo vala derxistin.”   ‘Gelên Rojhilata Navîn bi vîna xwe li Rêber Apo xwedî derketin’   Sorxwînê da zanîn gelên Rojhilata Navîn bi vîna xwe li Abdullah Ocalan xwedî derketin û got:"Gelên Rojhilata Navîn û cîhanî ne di meha zivistanê de ne jî di meha havînê de ne germ û ne jî serma nas nekirin û bi çalakiyên cur be cur xwedî li Rêber Apo derketin. Ciwan, kal, pîr, jin her sal bi rêxistinbûyina xwe bi çalakiyên xwe, xwedî li Rêbertî derketin. Komplo her sal bi rengekî berdewam kir. Komploya di kesayeta Rêbertî de wiha dom kir; carekê jehr dan Rêber Apo, her tim şîdet li ser rêbertî hat meşandin, porê Rêbertî jêkirin, carekê agir li derdora girtîgehê xistin, di heman demê de nehiştin hevdîtinên parêzeran bi Rêbertî re pêk bên, tecrîda girankirî ya bi navê cezayê dîsîplînê ev bi salan e tê domandin. Rêbertî ji ber ku di Rojhilata Navîn û cîhanê de bû sembola çareseriyê loma jî li beramberî wî komplo pêk anîn.   Gelên Rojhilata Navîn her carê ev komplo vala derxistin lê belê ji bo em bibin bersivek çareseriyê em kêm man.”   'Gel li derdora Abdullah Ocalan bû mertaleke ji agir'   Sorxwînê bi lêv kir ku gel li derdora Abdullah Ocalan bû mertaleke ji agir û wiha lê zêde kir:"Çalakiyên ji bo Rêbertî hatine lidarxistin ji tu pêşengên heta niha re bi vî rengî nehatiye lidarxistin. Ciwanan û gelê Kurd xwe li derdora Rêbertî kirin mertalek ji agir. Heval Mustafa Malçok wiha gotibû 'Ez ê bi agirê canê xwe tarîtiya 15'ê Sibatê ronî bikim'. Li ser van gotinan gel heta roja îro jî wek mertaleke ji agir li derdora Rêbertî kom bûne. Hedefa van hevalan ne ew e ku tenê canê xwe bişewitînin, hedef ew e ku li dijî her êrişek beramberî Rêbertî pêk bê ew ê bibin guleyek ji agir û wê sîstemê binpê bikin. Li ser vê felsefeyê bi nêzbûyîna 15'ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê bi çalakiya 'Kes nikare roja me tarî bike' carek din peyamek dan dewleta tirk û cîhanê."   ‘Kes nikare bikeve navbera Rêbertî û gel’   Sorxwînê di axaftinên xwe de li ser felsefe û birdoziya Abdullah Ocalan sekinî û wiha got:"Îro dewleta tirk an jî dewletên navneteweyî yên komploger bi tecrîd û êrişên xwe dixwazin gel fêrî nebûyina Rêbertî bikin û tecrîda li ser Rêber Apo zêde dikin. Lê ji bîr dikin ku tu kes nikare bikeve navbera Rêbetî û gel. Ji ber Rêbertî bi felsefe û birdoziya xwe di nava gel de cih girtiye. Dikarin bi awayekî fîzîkî gel û Rêbertî ji hev qut bikin lê belê di dil de tu hêz nikare Rêbertî ji gel û şervanên azadiyê qut bikin. Rêbertî bi giştî neteweyên Rojhilata Navîn hembêz kiriye, hemû netew li ser vê bingehê jî li derdora Rêbertî kom bûne. Îro Rêber Apo xwebûn e û ev di Rojhilata Navîn de pêk anî, bû vîna Gelê Rojhilata Navîn. Îro giştî cîhan dibêje 'Hebûna Rêber Apo hebûna me ye'. Ev dirûşma rastiya Rojhilata Navîn dide diyarkirin."   'Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li ser cîhanê dike'   Sorxwînê, bal kişand ser qeyran û aloziya giştî ya cihanê û çareseriya vê aloziyê û wiha pê de çû:"Îro ji gelên Rojhilata Navîn zêdetir pêwistiya dewletên komploger, dewleta tirk bi fikir û felsefeya Rêber Apo heye. Giştî hêz û netew dizanin ku hêza çareseriyê ya cîhanê Rêbertî ye lê ruxmî wê jî tecrîd û komploya li ser Rêbertî her ku roj diçe zêdetir dibe û dixwazin gel fêrî tunebûyîna Rêbertî bikin. Bê Rêbertî jiyanekê ava bikin lê ji bîr dikin bê Rêbertî tu jiyan tune ye û aloziya cîhanê jî çareser nabe. Kilîta aloziya cîhanê Rêbertî ye. Lê hêzên desthilatdar dizanin ku fikra Rêber Apo ronahiya gelan e, fikra Rêber Apo wê komploya beramberî gelan vala derbixe ji ber wê jî komploger ditirsin loma jî tecrîd û komployê dirêjtir dikin. Tecrîda îro tê meşandin derveyî exlaq û zagonên mirovahiyê ye. Bêhiqûqiya herî mezin di roja me ya îro de tê jiyîn û hêzên serdest ji bo berjewendiyên xwe dibin hevkarê vê yekê."   'Ev berxwedan têkçûyina hêzên desthilatdar dide nîşandan'   Sorxwîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de bêedaletiya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin şîrove kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîd û komploya îro li hember Rêbertî û gelê Kurd tê meşandin diyar dike ku li cîhanê tu adalet an jî mafê mirovan tune ye. Berxwedana li Îmraliyê li tu zindanan nehatiye meşandin. Îro berxwedana Îmraliyê bandora xwe li ser berxwedana gelê Rojhilata Navîn û hemû pêkhateyên cîhanê kir û her çiqas komplo li Rojhilata Navîn tê jiyîn berxwedanek bêhempa jî tê meşandin. Li herêmên parastina medyayê şervanên azadiyê beramberî çekên kîmyewî li berxwe didin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî hemû cure êrişan li berxwe didin. Her wiha li zindanên Bakurê Kurdistanê li hemberî her cure êrişan berxwedanek heye. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' berxwedanek tê meşandin. Ev berxwedan têkçûyina hêzên desthilatdar û hilweşîna sîstema dewleta tirk dide nîşandan. 15'ê Sibatê wek roja reş hat diyarkirin. Lê ciwanên wek Zehra, Elefterya, Sema Yuce, Viyan Soran, Mustafa Malçok û hwd. bi roniya agirê bedana xwe ev roj ronî kirin. Vîna Rêber Apo vîna me ye, wê fikra Rêbertî li hember komplogeran bi ser bikeve."