ROJEVA 10'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-10 09:00:00     *Ji Rêveberiya Birîndarên Şer Sorxwîn Kobanê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha got:"Komplogeran xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re vîn, îrade û hêza gelê Kurd bişkînin li gor sîstema desthilatdariyê di nava civaka Rojhilata Navîn de jiyanek nû ava bikin. Lê gelên Rojhilata Navîn fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kirin, vîn, îrade û hêza gelê Kurd, li Rojhilata Navîn careke din derxistin holê. Hêzên komploya navneteweyî bi ser neketin." DÎMEN HEYE   *Jinên ku ji bajarên cuda ji bo piştgirî û alîkariyê hatin Dîlokê, anîn ziman ku bajar wêran bûye û gotin zêde alîkarî nayê bajêr. Jinan, bi lêv kir ku roj roja xwedî li derketinê ye. BI DÎMEN    *Ji ber erdhêja ku bû jinên Dîlokî ku bi rojan in li derve ber sermayê dimînin. Jinan, banga alîkariyê kir û gotin: “Ji ber ku em kurd in alîkariya me nakin.” BI DÎMEN    *Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku hîna girtiye, wezareta dadê û meclîs bersivê  nadin daxwaznameyên ji bo wê.   *Jinên ku ji erdhêjê bi bandor bûne destnîşan kirin ku alîkariya wan nayê kirin  û gotin: “Ev çend roj in em mexdûr in. Hewcedariya me bi amûrên paqijiyê hîjye. Her wiha kincên zarokan tune ne. Pitika lawê min şîrê wî tune ye. Em nizanin çawa şîr û mama peyda bikin.”DÎMEN HEYE