Serpil Kemalbay: Bêkordînasyona desthilatdariyê mirov kuştin 2023-02-09 23:01:48   HATAY- Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay çû navçeya Defne ya Hatayê ku hilweşînek mezin lê çêbûye û got: “Bê koordînasyona AFAD’ê û desthilatdariyê ev mirov di erdhêjê de kuştine.”   Piştî erdhêja mezin ya bi pêleya 7.7 û 7.6 ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû, li 10 bajaran hilweşînên mezin pêk hatin û xebarên xilaskirinê hîna didomin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ku çû navçeya Defne ya Hatayê  rewşa wir ragîhand û da zanîn ku hîna ji bin kavilan deng tê.     Mirovan bajar terk kirine   Serpîlê da zanîn ku da zanîn ku ekîbên teknîk gelek qelsin û kordînasyon tune, ji ber vê jî gel bi derfetên xwe ji bin kavilan mirovan xilas dikin. Serpîlê wiha dirêjî dayê: “Li Defneyê avahiyek ku mirov têde bimînin nemaye. Hemû vala bûne û hilweşyane. Vir gelek sare. Gel li dora kavilan li xizmên xwe digerin. Di roja çaran de 5 kes sax hatin xilaskirin. Divê em hêviya xwe winda nekin lê bê koordînasyonek heye.  Bê koordînasyona AFAD’ê û desthilatdariyê ev mirov di erdhêjê de kuştine.Mixabin ev der jî bê xwedî ma. Ger dema xwe de lêgerîn bihata kirin wê bi hezaran kes xilas bûna.”