AFAD: 17 hezar û 134 kesî jiyana xwe ji dest da 2023-02-09 22:19:05   NAVENDA NÛÇEYAN- AFAD’ê diyar kir ku hejmara kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 17 hezar û 134 kesî.   Di daxuyaniya ku AFAD’ê daye de hat diyar kirin ku di erdhêjên ku navenda wê Mereş bû li 10 bajaran bi bandor bûye, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 17 hezar û 134 kesî. Her wiha hat diyar kirin ku hejmara birîndaran jî 70 hezar û 347 e.