Kongra Star ji bo mexdûrên erdhejê bang kir 2023-02-09 16:09:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star derbarê erdhejê de daxuyaniyek da û got: "Em astengkirina şandina alîkariyan şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin gelê mexdûr."    Meclisa Jinên Ol û Baweriyan, Komeleya Selam û Komînên Jinan ên Qamişlo ku di bin sîwaneya xebatên civakî yên Kongra Star de kar dimeşînin, bi armanca şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk a dijî mexdurên erdhejê,  daxuyaniyek da çapemeniyê.   Daxuyaniya ku gelek jin tevlî bûn, li Parka Helepçe hat dayîn. Li ser navê jinan Stêrk Remo daxuyanî xwend û ji malbatên kesên di erdhejan de jiyana xwe jidest dane re sersaxî, ji bo birîndaran jî şifa xwest.     Stêrk Remo diyar kir siyaseta dewleta Tirk a li dijî mexdurên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, her wiha dijî gelê Suriyeyê dimeşîne siyasetek qirêje û got: “Nahêlin ku alîkarî ji bo herêmên Kurdan ên erdhej lê çêbûye biçin; ew bixwe jî naşîne. Ev siyasetek mirovî nîn e.”   Stêrk Remo di dawiya axaftina xwe de siyaseta dewleta Tirk şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lezgînî alîkariya gelê Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê bikin.