Hin cihên ku alîkarî ji bo mexdurên erdhejê lê tên komkirin 2023-02-09 15:40:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Sê roj in li navçe û bajarên cûda yên Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi komkirina alîkariyên mirovî hatiye kirin. Cihên ku alîkarî lê tên komkirin hatin eşkerekirin.   Li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê komkirina alîkariyên ji bo mexdurên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê berdewamin.    Welatiyên ku bixwazin tevlî kampanyên alîkariyê bibin, dikarin li van bajar û navendan alîkariyên xwe pêşkêş bikin;   Silêmanî: Emne soreke   Kerkûk: Li tenişt şirînî betam ya li taxa Îskan   Helebce: Li beramberî serokatiya Şaredariya Helebce   Germiyan: Li nava bazara Kelarê li ber mala Hacî Aho ya pîran, li ber baregeha Yekgirtûya Îslamî   Kifrî: Li rêveberiya çavdêrî û geşepêdana civakî ya Kifrî ku dikeve li pişt Banka Kifrî   Xurmal: Li nava bazara bajêr   Pêncwên: Li salona çalakiyan   Qeladiz: Li Parka Pîremêrd   Sengeser: Li tenişt saha Sengeser   Ranya: Li ber Zanîngeha Raperîn   Koye: Li Hola Necîbexan, li tenişt saha mezin a Koye   Teq Teq: Li salona tazîyeya jinan, li tenişt hola Şehîd Ebdul Rezaq   Duzxurmato: Li nav bazara Hesen Qewan alîkarî tên komkirin.