Meşa dirêj a li dijî tecrîdê di roja 5'an de dewam dike 2023-02-09 15:20:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanan ve hatibû destpêkirin, di roja 5’emîn de ye. Di meşê de ciwanan bang li derdorê kirin û di heman demê de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belavok belav kirin.   Ciwanan ji bajarê Offenburg ê Elmanyayê di roja 5’emîn de jî meşiyan. Ciwanan bertek nîşanî encama erdhejê dan û pankarta "Berpirsyar,  polîtîkaya mêtingeriyê ya 100 salî ya dewleta Tirk a faşîst a li Kurdistanê ye" vekirin.   Her wiha hate diyarkirin, dewleta Tirk ji ber ku tevdîrên erdhejê nestendiye sûcdar e û nerazîbûn nîşanî nedana alîkariyê hate kirin.   Di meşê de ciwanan bang li derdorê kirin û di heman demê de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belavok belav kirin.   Ciwanan diyar kirin ku armanca meşa wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û gotin, "Heta ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe wê siyaseta qirêj a li Kurdistanê jî bi dawî nebe."   Ciwanên ku her sal bê rawestan dimeşin, di roja 5’emîn de bi dirûşma "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 2023'an de di serketinê de misoger bikin" ketin rê.