Alîkariyên ku ji bajarên cuda hatin li Dîlokê hatin belavkirin 2023-02-09 15:13:13     DÎLOK - Ji bajarên cuda alîkariyên ku gihîşt Dîlokê, li navend û navçeyan ji gel re hat parvekirin.   Piştî ku erdhêjên li Bazarcix a Mereşê pêk hatin şûnde li gelek bajaran avahî hilweşiyan û welatî benda alîkariyê ne. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û welatiyên gelek bajaran ji bo gelên ku ji erdhêjê bandor bûne dest bi alîkariyê kirin û ev alîkarî her ku diçe belav dibe.     Piştî ku HDP'ê li gelek bajaran banga piştgiriyê kir şûnde, li gelek bajaran welatiyan alîkar kom kir û bi êrdhejzeyan re ketin nava piştigiriyê. Ji bajarên cuda TIR’ên ku derketin rê şev gihîştin navenda Dîlokê.   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP’ê Nuran ÎmÎr û Mahmut Togrul, aktîvîstîtên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes, alîkariyên ku hatin li taxên navendê bi gel re parve kir.   Her wiha TIR gihîştin navçeyên Cebelînûr û Îslahiyeyê û li navendên wir û gundan jî alîkarî tên belavkirin.