Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir 2023-02-09 15:06:14     MELETÎ - Polîsan TIR'a alîkariyê ya ku HDP'a Mêrdînê ji bo Meletiyê şand, li têketina navçeya Wêranşarê ya Meletiyê desteser kirin. Polîsên ku TIR desteser kirin gotin dê ji bolî alîkariyên AFAD'ê destûra tu alîkariyan nedin.    TIR'a alîkariyê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji ber erdhejê ji Wêranşara Meletiyê re şand, li têketina navçeyê ji aliyên polîsên TEM'ê ve hat sekinandin. Polîsan nehişt TIR'a alîkariyê biçe navçeyê û ew desteser kirin. Polîsên ku TIR desteser kirin gotin dê ji bolî alîkariyên AFAD'ê destûra tu alîkariyan nedin.