Colemêrgê alîkarî ji herêmên erdhejê re şand 2023-02-09 13:34:48     COLEMÊRG - Ji Colemêrg û navçeyên wê 18 TIR'ên alîkariyê ber bi herêmên erdhejê ve bi rê ketin.    Li Colemêrgê di çarçoveya kampanyaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl de alîkariyên li Gever, Şemzînan û Çelê hatin komkirin, ber bi herêmên erdhejê ve hatin şandin.    Ji navenda bajêr 5 TIR û 2 wesayîtên veguhastinê, ji Geverê 12 TIR, ji Şemzînanê TIR'ek û ji Çelê jî qamyonek alîkarî ber bi herêma erdhejê ve bi rê ketin.