AFAD'ê li Bêrecûka Rihayê xebatên rizgarkirinê dan rawestandin 2023-02-09 13:03:52     RIHA - Hat zanîn ku AFAD'ê li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê li Kolana Nexweşxaneya kevn xebatên rizgarkirinê dan rawesrandin. Hat diyarkirin ku di bin kavilan de gelek kes hîna hene.   Li navçeya Bazarcixa Mereşê û Dîlokê ku navenda erdhejê ne, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 erd hejiya. Mereş û Dîlok jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 11 bajaran kir. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Rihayê heta niha herî kêm 127 kesî jiyana xwe jidest dane û 2552 kes jî birîndar in.    Hat zanîn ku AFAD'ê li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê li Kolana Nexweşxaneya kevn xebatên rizgarkirinê dane rawesrandin. Hat diyar kirin ku di bin kavilan de hina gelek kes hene.   Her wiha li gorî daxuyaniya AFAD’ê li Rihayê xebatên rizgarkirinê qediyane.