Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewam dike 2023-02-09 12:58:37     MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 5’an hat dewirgirtin. Çalakvanan bang li tevahî cihên peywendîdar kirin ku li erka xwe xwedî derbikevin û gotin: “Ev 23 meh in tu agahiya me ji Rêbertiya me nîne, bang li tevahî cihên peywendîdar dikin ku li erka xwe xwedî derbikevin.”   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 5’an hat dewirgirtin.   Beriya ku çalakî bê dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 4’an Nûredîn Kaya axivî.   Nûredîn Kaya di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê bi bîr anî û wiha got: “Ji bo kesên ku di erdehê de jiyana xwe ji dest dayîn sersaxî û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Armanca çalakiya me ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku em serokê xwe bi fîzîkî azad nekin em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Ev 23 meh in tu agahiya me ji Rêbertiya me nîne, bang li tevahî cihên peywendîdar dikin ku li erka xwe xwedî derbikevin.”   Piştî axaftinê çalakî bi berzkirina dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hat dewirgirtin.