Bi hatina mexdûrên erdhejê re xebatên li Şehbayê zêdetir bûn 2023-02-09 11:52:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hatine şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê re, Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê xebatên xwe zêdetir kir.   Piştî erdheja dawîn ku ziyaneke mezin gihand avahiyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, hezar û 200 malbatên ji her du taxan gihiştin kantona Şehbayê.   Bi zêdebûna hejmara niştecihan re, Şaredariya Gel a Şehbayê xebatên xwe yên paqijiyê li kampan zêdetir kirin.   Şaredariyê ku berê her 48 saetan carekê xebatên paqijiyê li her pênc kampan dikirin, niha rojane karê paqijiyê dike.   Li gel dorpêçê û kêmbûna sotemeniyê ya ji bo xebitandina alavan, xebatkarên paqijiyê yên şaredariyê erka xwe bi cih tînin.