Ji Hezexê ji bo mexdûrên erdhêjê alikarî 2023-02-09 10:28:52   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê gel ji bo mexdûrên erdhêjê alikarî şandin û banga seferberiyê kirin.   Erdhejên ku li Mereşê çêbûn, bandor li Dîlok, Mereş, Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Edene, Hatay û Semsûrê kir. Her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibin û hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Ji bo alîkariya herêma erdhejê gel seferber bû. Navçeya Hezexê ya Şirnexê ji bo mexdûrên erdhêjê alikarî şandin.   Welatiyan xurek, betenî û gelek pêdiviyên bingehîn ên jiyanê anîn avahiya Rêxistina HDP’ê ya Hezexê û ji wir ji bo bajarên Dîlok, Semsûr û Mereşê bi rêketin.