Li Bêrecûka Rihayê welatî li benda piştevaniyê ne 2023-02-09 09:03:33   Sema Çaglak RIHA - Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê li Kolana Nexweşxaneya kevn xebatên rizgarkirina ji bin kavilên erdhejê berdewam dikin. Welatiyan destnîşan kirin ku ew nikarin bikevin hundirê malên xwe lê ji aliyê AFAD’ê tu kon nehatiye vekirin.   Li navçeya Bazarcixa Mereşê û dîlokê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 erd hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 11 bajaran kir. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Rihayê heta niha herî kêm 127 kesî jiyana xwe jidest dane û 2552 kes birîndar in. Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê jî li Kolana Nexweşxaneya kevn xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.  Kêmasiya rizgarkirina komên rizgarkirinê balkêş bû.    Hat zanîn ku li navçeyê heta niha 21 kes jiyana xwe jidest dane.Welatiyên ku axivîn destnîşan kirin ku ew nikarin bikevin hundirê malên xwe lê ji aliyê AFAD’ê tu kon nehatiye vekirin. Welatî ji kêmasîya alikariyan bi bertek in û banga piştevaniyê dikin.   ‘Tu alikarî negihişt’   Hatîce Timûçîn(53) ku 3 xizmên wê di bin kavilê de ne wiha got: “Du xizmên me ji bin kavilê hatin rizgarkirin. Lê hê gelek kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Em jî bi saetan li ber bermahiyên avahiya hilweşiyayî li hêviya xelasiya wan in. Ji destê me tiştek nayê. Tu kesê min nîne û niha bi fikara erdhêjê em nikarin biçin malên xwe. Em li kolan û kuçeyan bi derfetên xwe hewil didin bimînin. Em agir dadidin û xwe germ dikin an jî li park û wesayitan dimînin. Tu alikarî negihaşt me. Em li benda alikariyê ne.”   ‘Heta niha kon nehatiye vekirin’   Cemîle Yîgît(70) ku xizmeke wê di bin kavilê de ye destnîşan kir ku dengê welatiyan nayê bihîstin û got: “Ji malbata min 2 kes derxistine kesek tenê maye. Gel  perîşan e. Em ditirsin ku bikevin malên xwe. Li vir kon tune ye. Em li derve ne. Heta niha kon nehatiye vekirin. Kes alikariyê nake. Heke kon vekira wê hinek be jî ji bo me baştir bûya. Pêdiviya me bicihên mayînê heye.”