Li Nurdagî 3 kes hatin xilaskirin 2023-02-08 22:34:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nurdagi di xebatên kavila avahiyê de du jê zarok 3 kes sax hatin xilaskirin.   Piştî erdhêjên ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû, bi hezaran kesî jiyan xwe ji dest dan û xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî didomin. Di kavilan de xebat didomin. Li Nurdagi ya Dîlokê di kavila avahiyekê de du jê zarok sê kes sax hatin xilaskirin.    Birîndar piştî mudaxala ewil bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.