Ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanya alîkariyê 2023-02-08 21:20:12   NAVENDA NÛÇEYAN -Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê biryara destpêkirina kampanya komkirina alîkariyê da.   Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.   Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem karwanê alîkariyan gihandiye Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Her wiha hat diyar kirin ku wê alîkarî berdewam  bikin.   Li gorî daxuyaniyê, qaymeqam û rêveberên îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin ku kampanyayeke berfireh ji bo komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê re destpê bikin.