Şaredariya Sîlopiyê ji bo çêkirina xwarinê ekîb şand Mereşê 2023-02-08 20:02:53   ŞIRNEX- Şaredariya Sîlopiyayê ekîbeke ku rojê sê caran xwarinê wê çêbike şand Bazarcix a Mereşê.    Piştî erdhêja ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû şûnde bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî hîna di bin kavilan de ne. Ji bo mexdurên erdhêjê li her derê kampanya hatine destpêkirin û gel eleqeyek mezin nîşan dide.    Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê jî ji bo her dan ji hezar kesî re xwarin bê çêkirin ekîbek şand Bazarcixê.