Hejmara kesên jiyana xwe ji der dane derket 9 hezar û 57’an 2023-02-08 19:59:09   NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane derket 9 hezar û 57’an.   Serokê giştî yê AKP’ê û serokomar Tayyîp Erdogan li Hatayê daxuyanî da û îdia kir ku wek desthilatdarî hemû derfetên xwe seferber kirine.   Erdogan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 9 hezar û 57’an. Her wiha destnîşan kir ku hejmara birîndaran 52 hezar û 979 e û 6 hezar û 444 avahî hilweşiyane. ERdogan got zanîngeha Hatayê ji îşev şunde wê aktîf bixebite.