'Ne OHAL divê seferberiya civakî bihata ragihandin' 2023-02-08 15:29:11     ENQERE - Tifaqa Ked û Demokrasiyê têkildarî erdhej û OHAL’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Ya ku divê bihata kirin ne ragihandina OHAL’ê lê seferberiya civakî ye.”   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 3 mehan li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin. Tifaqa Ked û Demokrasiyê têkildarî erdhej û OHAL’ê daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Bi ser erdhejê re 55 saet derbas bûn lê hêj jî bi hezaran ked di bin xerabeyan de ne. Mexdûrên erdhejê yên karîn xwe xelas bikin jî di nava mercên giran de tî û birçî ne. Îktîdara AKP-MHP’ê ev 3 roj in gel terkî mirinê kiriye. Îktîdara AKP-MHP’ê di nava 24 saetan de gavek jî neavêt bajarên erdhej lê çêbûye. Li şûna mudaxele û alîkariyan organîze bikin, bi ragihandina OHAL’ê re hewl dide ne gel lê xwe biparêze. Gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku ev îktîdar ji bo karesatên bi vî rengî dibêje; ‘lutfa xwedê’ û hewl dide bo xwe bike firsend. Îktîdara AKP-MHP’ê bi OHAL’ê re dixwaze van bajaran bigire, torên piştevaniyê qut bike, ketina rojnamegeran a li van herêman qedexe bike da ku agahiyên rast neyên parvekirin, alîgirên xwe yên sûcdar veşêre û îktîdara xwe biparêze. Ya ku divê bihata kirin ne OHAL lê seferberî ye.   Em ê zextên bi OHAL’ê re derdikevin holê nas nekin. Banga me ji bo dewletê ew e ku hemû derfetên xwe pêşkeş bike û ji bo parastina civak û jiyanê seferber bibe. Divê çavkaniyên gel ne ji bo bekaya îktîdarê lê ji bo gel bên bikaranîn. Hemû astengkirinên îktîdarê, sûcekî li dijî gel û jiyanê ye. Em ê piştevaniya heyî mezintir bikin, jiyanê biparêzin û li qadan li cem gelê xwe bin. Em ê vê hilweşînê bi hev re rakin.”