Rêveberiya Xweser ji bo erdhejzedeyan alîkariyê dişîne Bakurê Sûriyeyê 2023-02-08 14:42:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê yên bakurê Sûriyeyê alîkarî derxist rê, lê li benda erêkirina derbasbûnê ye.   Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamê şaneya krîzê Ciwan Mele Îbrahîm ragihand ku Rêveberiya Xweser kamyonek alîkariyên mirovî amade kiriye û niha li deriyê Um Cilûd ê Minbicê yê li hember herêma Cerablusê li benda erêkirina derbasbûnê ye.