Li Rihayê gel nikare nan peyda bike 2023-02-08 13:46:46     RIHA - Li Rihayê ji berk u pışti erdhejê gelek firin hêj girtîne. Gel nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn ji bine cih û ji bo xwe nan peyda bikin.    Di 6’ê sibatê de li Dîlok ü Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,5 erdhej çêbûn. Ji erdheja ku pêk hat 11 bajar bi bandor bûn ku yek ji wan jî Riha ye. Di encama erdhejê de li navend û navçeyên Rihayê gelek avahî hilweşiyan. Xebatên lêgerînê yên di nav kavilên du avahiyan didomin. Hejmara qurbaniyan jî her ku diçe zêdetir dibe. Li Rihayê heta niha 95 kesî jiyana xwe jidest dane û hezar û 195 kes birîndar bûne.   Gelek welatî ji ber kêmasiya alikariyan bi bertek in. Welatî bi derfetên xwe kon vedikin û bi rojan e li gel hewaya sar li kolanan dimînin. Li Rihayê niha ji pirsgirêka ku rû daye peydanekirina nan e ku pêviyeke bingehîn a ji bo xwarinê ye. Ji ber ku gelek firin bi rojan e girti ne . Kizilay û Şaredariya Rihayê car caran çorbe belav dikin li taxa Yenîşehîrê konekî 500 mîtro vekirin e. Lê belê welatî diyar dikin ku ev têrî nake. Welatî hem ji pirsgirêka firin û marketan hem jî ji pirsgirêka cihên mayînê bi bertek in û li benda alikariyê ne ku rayedar pêdiviyên wan bi cih bine.