Ji bo Semsûr û Mereşê seferberî hat destpêkirin 2023-02-08 13:39:31   AMED - Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê jî bo mexdûrên erdhejê yên li Mereş û Semsûrê seferberî da destpêkir.   Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê piştî erdhejên çêbûn, demildest Maseya Krîzê saz kir. Platformê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê xebatên xwe bi leztir kir. Platformê ragihand ku 5 TIR alîkariya pêdiviyên şexsî û jiyanî ku ji xurek, kon, betaniyê, cil, mama û bezên zarokan û pedên jinan pêk tên şandine ji bo mexdûrên erdhejê yên li Semsûr û Mereşê.   Platform li Amedê bi komek ji 200 kesî pêk tê dixebite û alîkariyê berhev dike. Platformê tîmek ji 300 kesên dilxwaz pêk tê şandin Semsûr û Mereşê. Platform destnîşan dike ku rewşa li Mereş û Semsûrê dijwar e û ji ber vê yekê jî ew giranî û girîngiyê didin van her du bajaran.   Odeyên Avahîsazan û Endeyzaran yên şaxên Amedê ku pêkhateyên Platformê ne jî ji bo xebatên rizgarkirinê û tespîta xesaran 45 endezyar li Semsûrê wezîfedar kir û 15 endezyar jî li Mereşê wezîfedar kir. Tê payîn ku ev dilwaziya beşdariya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berfirehtir bibe.   Li aliyê din Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê ya Amedê li navenda bajêr dest bi tespîtên xesaran kir. Avahîsaz û endezyarên endamên TMMOB’ê jî mudaxilî xebata tespîta xesaran bûn.