Li Rihayê zarokê 6 salî piştî 47 saetan hate rizgarkirin 2023-02-08 13:26:16   RIHA - Li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Halîlîyê, zarokê 6 salî Ahmet Ayaz Abak piştî 47 saetan di bin kavilê hat rizgar kirin.   Di 6’ê sibatê de li Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,5 erdhej çêbû. Ji erdhejê 11 bajar bandor bûn ku yek ji wan bajaran jî Riha ye. Di encama erdhejê de li navend û navçeyên Rihayê gelek avahî hilweşiyan. Xebatên lêgerînê yên li ser kavilên du avahiyan didomin.   Hejmara qurbaniyan jî her ku diçe zêdetir dibe. Li Rihayê heya niha 95 kes jiyana xwe jidest dane û hezar û 195 kes birîndar in.   Li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Haliliyê xebatên rizgarkirinê berdewam dikin. Zarokê 6 salî ya bi navê Ahmet Ayaz Abak ku di bin kavilan de li benda rizgarkirinê bû piştî 47 saetan hate rizgarkirin. Hate diyar kirin ku di bin kavilan de hêj 3 kes li benda rizgarkirinê ye.