Bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin 2023-02-08 10:38:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Di erdheja pêk hatî de hejmara miriyan zêde dibe. Bi hezaran kes hêj jî di bin kavilan de ne. Li gorî agahiyên AFAD'ê 6 hezar 234 kes jiyana xwe ji dest dane. Li bakurê Kurdistanê bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin.     Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 6 hezarî bihûrî. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Her wiha li bakurê Kurdistanê bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin.   Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê OHAL hat ragihandin. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê têr nakin û tê gotin hê jî cihên ku tîman xwe negihandinê hene.   Li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ya Mereşê sir û seqemek dijwar heye. Mexdûrên erdhejê konek û bereqeyek nabînin ku lê bimînin. Mexdûr di binê sifrê pileya 5 de li derve dijîn. Hin kes li derdora agir, hin kes di qaseyên kamyonan de, hin kes di wesayîtan de, hin kes jî li derdora avahiyê hilweşiyayî li benda xeberên xêrê ne. Malbatên ku şeva xwe li derve derbas kirin diyar kirin ku cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistine.   Li herêma erdhejê ku xisareke mezin li nexweşxaneyan jî bû pirsgirêka alavên tibî û dermên jî rû da. Cihên emeliyatê xera bûne, malzemeyên emeliyatê kêm in. Li herêma erdhejê malzemeyên ji bo destwerdana tibî kêm in, ambûlans nikare sotemeniyê werbigire.   Li navçeyên Skenderûn, Arsûz, Belen, Antakya, Defne, Samandag, Reyhanli û Kirikhanê yên Hatayê, bi sedan avahî hilweşiyane. Li Skenderûnê ji ber ku cih li morgên 2 nexweşxaneyan nema ye, cenazeyên ji binê xirbeyan têne derxistin bi saetan di hundirê wesayita veguhastina cenaze de têne hiştin.   Li Bajaroka Balyana Semsûrê 77 cenaze di bin kavilan de hatin derxistin û 77 cenazeyên ku hatin derxistin li ber dibistanê hatin rêzkirin.   Li Mereşê ku 941 avahî bi temamî hilweşiyan, rewş ne cuda ye. Li Bazarcixê ku navenda erdhejê bû, gelek kes hîn ê di binê xirbeyan de ne û karên lêgerînê dewam dikin. Cenazeyên ku ji binê xirbeyan hatin derxistin û du rojan li korîdorên nexweşxaneyê dihatin hiştin, radestî malbatan hatin kirin. Her wiha gelek cenazeyên nû jî anîn nexweşxaneyê. Ji ber ku navê kesên jiyana xwe ji dest dane nikare bêne tespîtkirin, malbat neçar dimînin ku yek bi yek li cenazeyan binihêrin, ku ev yek jî gelekî zehmet e ji bo wan. Cenazeyên ku têne teşhîskirin ji bo veşartinê radestî malbatên wan têne kirin.   Her wiha alîkariya ku ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatî komkirin bi hinceta ragihandina OHAL'ê hatin desteserkirin.   Li gorî agahiyên AFAD'ê ya saet 06.15'an 6 hezar 234 kes jiyana xwe ji dest da û 37 hezar û 11 kes jî birîndar in.