'Sedsala 21'emîn sedsala serkeftina civakê û binketina dagirkeran e' 2023-02-08 09:02:13   Medya Uren   AMED - Hevseroka TEV-DEM’ê Ruken Ehmed êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir û got: “Ev êrişan êrişên mudaxelekirina Rojhilata Navîn e. Li hemberî hemû êrişan li Rojava modela serhildanê bilind bû. Ev sedsala 21’emîn dibe sedsala serkeftina civakê û di heman demê de dibe binketina desthilatdaran.”   Piştî hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan a 5'ê Tebaxê ya li bajarê Soçî, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Tirkiye bi êriş, guhertina demografiyê, dixwaze jiyana azad a gelên li Rojavayê Kurdistanê tune bike. Têkoşîn û berxwedana gelên li Rojavayê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê dewam dike. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed têkildarî êrişên dewleta tirk û têkiliyên dewleta tirk ên bi hêzên serdest ên li Rojhilata Navîn nirxandin kir.   'Rojhilata Navîn ji bo kapîtalîzmê gef e'   Rûken Ehmed di destpêka axaftina xwe de qala armancên hedefgirtina Kurdistanê û bi awayekî giştî Rojhilata Navîn kir û got: “Dewletetên kapîtalîst û dewleta tirk a ku weke pîyonê wan dixebite êrişên li demek berfireh belav dibe dabûn meşandin. Armanc diyar in û rêbazên wan jî xuya ne. Êrişên dewletên kapîtalîst ên di sala 2003’yan de bi sernavê ‘operesyonên azadkirina Iraqê’ yên li ser Iraqê pêk hatine em bi bîr bînin. Rûyekî din ê van êrişan heye. Di wan êrişan de milyonek sivîlî jiyana xwe ji dest dan, li gorî daneyên UNHCR yên 2008’an 4.7 milyon ango (ji sedî 16) şêniyên Iraqê koçber bûne. Li gorî daneyên Xerca Sor a 2008’an, Iraq di aliyê mirovî de ‘li gorî cîhanê di rewşa herî xeternak de ye’. Iraq hate valakirin, demografya wê hate xirakirin, dest danîn ser destkeftiyên wê, dewlemendiyên wê. Vîna gel tune hate hesibandin û bi israr bûne sedema bê aramiyên mezintir. Bi van re xwestin mudaxaleyî Rojhilata Navîn bikin. Rojhilata Navîn di warê çêkeriya xwe de ji bo van hêzên kapîtalîst gefek bû. Ev êrişên wan jî li demek berfireh belav dibe. Îro di serî de li ser Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn ev polîtîka têne meşandin.”   ‘Destpêkê bi rêya çeteyan niha bi xwe komkujiyê dikin’   Rûkenê diyar kir ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê têne meşandin parçeyekî ji vê konsepta mudaxalekirina Rojhilata Navîn e. Rûkenê wiha berdewam kir: “Êrişên li ser Rojhilata Navîn jî bi heman rengî li demek berfireh belav dibe. Demek dirêj e bername hatin amadekirin û ji bo dagirkeriyê gav hatin avêtin. Di serî de bi rêya çeteyên di nav Sûriyeyê de û herî dawî jî bi DAÎŞ’ê re êrişên xwe dan berdewamkirin. Em li vir dikarin şibandinek weke planên li ser Iraq û Rojhilata Navîn pêk hatine bikin. Komkujî, şer, koçberî û qeyranên civakî hevdu şopandin. Li pêş çavên cîhanê êriş gur bûn. Em dizanin ev li karê kê dihatin û bi çi armancê hatin kirin. Piştî hewldanên bi salan Tirkiye bi awayekî eşkere kete Rojavayê Kurdistanê. Êdî bi navê parastina 'Bekaya xwe' komkujiyên xwe dan berdewamkirin. Êdî hevkariya wan a bi çekan re nehat veşartin.”   ‘Tirkiye çeteyan bi rêxistin dike’   Rûkenê da zanîn ku Tirkiye hîna çeteyan bi kar tîne û ji her alî ve ji bo xistina Rojava hewl dide. Rûken têkildarî bikaranîna çeteyan mînaka êrişên li ser Efrînê pêk hatine bi bîr xist û got: “Di êrişa dewleta tirk a li ser Girtîgeha Sîna ya Hesekê de 121 kes şehîd ketin.  Armanca êrişkirina girtîgehê çibû? Tirkiyê çeteyên ku tîmar dikir wê rizgar kiriba û ji bo bê aramiya navxweyî kiriba metirsî. Niha jî hewl didin van çeteyan bi rêxistin bikin û li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar bînin. Di êrişên li ser girtîgehê de, bûyerên di qempên malbatên çeteyan de me mînaka van dît. Dixwestin bi van gavan re êrişî bajarên Reqa û Qamişloyê bikin. Hewldanên wan a dagirkeriyê gav bi gav dihate meşandin. Ev êrişan bi hevkariya hêzên YPG-YPJ û gelê Hesekê ango bi hêza cewherî ji holê hate rakirin. Ev planên wan vala hatin derxistin, lê belê hîna jî berdewam dikin.”   ‘Tifaqa Şam, Tirkiyê ji bo gelan xeterî ye’   Rûkenê êrişên berdewam dikin nirxand û got: “Êrişên dewleta tirk bê rawestan berdewam dikin. Herî dawî jî hevdîtinên sê alî yên di navbera Şam, Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatin di rojevê de bûn. Di van hevdîtinan de bi eşkere Rojava hedef hate nîşandan. Ev armanceke xeternak a ji bo gelên Sûriyeyê hildigire. Ev tifaqa were çêrkirin ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên li Sûriyeyê jî xeteriyek mezin ava dike. Ev hewldanên tifaqê ne ji bo başiya Sûriyeyê ji bo parçekirina axa wê ye. Armanc guherîna demografiya Sûriyeyê ye. Ev tifaqa hedefgirtina yekbûna di navbera civaka kurd, ereb, tirkmen, çerkez, mesîh û wekî din de ye. Dema te civak bi vî rengî hedef girt jî wê bêguman civak li hemberî êrişan xwedî helwest be. Ev êrişên berdewam in tenê li ser Efrînê pêk nehat, li ser Cerablûs, Bab, Ezazê jî pêk hat û ev herêm ketin binê dagirkeriyê. Ji ber vê yekê tifaqa di navbera Rejîma Şam û Tirkiyeyê de xeteriyek mezin e.”   ‘Gel destûrê nade’   Rûkenê têkilarî êrişên herî dawî yên li ser Rojava pêk hatine jî ev nirxandinan kir: “Îqtidara AKP û MHP’ê dijminatiya mirovahiyê ye. Ji bo li ser desthildatdariyê bimîne hemû rêbazan bi kar tîne. Heta leşkerên xwe dişewitînin, di bajarên xwe de teqînan dikin. Civaka xwe bi xwe dike qurbanê desthilatdariya xwe. Bi vê hişmendiyê êrişî îradeya civakê dike. Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman rengî êriş pêk anîn. Ji bo dagirkirina Efrînê rojê 70 balafirên şer dihatin ji bo êrişê û rûxmê vê 58 rojan Efrînê li ber xwe da. Bi hezaran şehîd hatin dayîn. Dawiya van êrişan nehat lê berxwedana me bi hêztir e. Gel destûra qirkirinan nade. Gel bi xwe, xwe bi rêxistin dike û li hemberî polîtîkayên li ser wan têne birêvebirin xwedî agahî ne.”   ‘Sedsala 21’ê sedsala civakan e’   Rûkenê da zanîn li dijî êrişan her tim Rêveberiya Xweser bi ser ket û wiha berdewamkir: “Dema rêbertî hate Rojavayê Kurdistanê ji bo vê rêveberiyê bingeh hate avêtin. Pêlên vê serhildanê ji mêj ve hatine avêtin. Cardin rêbertî teoriya sedsala 21’emîn wê bibe sedsala civakan danîbû holê. Ev sedsal wê bibe sedsala civaka di pêşengtiya jinê de têdikoşe. Hêzên navdewletî yên ku ji civakê re bûn kaos wê di vê qirnê de li hember civakê çok deynin. Wê li hemberî hêza jinê birûxin. Ev jî li vir dest pê dike, li Rojhilata Navîn pêl bi pêl belav dibe. Wê planên wan ên li ser Rojhilata Navîn bi ser nekevin.”   ‘Tehemilî Rêveberiya Xweser nakin’   Rûkenê qala binketina hêzên dagirker dike dibêje ev wê bi hêza gelan pêk were û wiha lê zêde dike: “Me got hedefa hêzên desthilatdar sîstema xweser û birêvebirina civakê ya xwe bi xwe ye. Hedefa wan rêveberiya jinê ye. Piştî serhildana yekem û avakirina Rêveberiya Xweser guherînên di Rojava pêk hatin bêhtir çavê wan tirsandin. Di pêşengtiya jinê de şoreşa gelan hate destpêkirin û hîna ev xwe berfireh dike. Kongreya Star hate avakirin û di pêşengtiya wê de jinan xwe bi rêxistin kir. Sîstema hevserokatiyê ket meriyetê û her ku çû di nava jinê û gel de hate himbêzkirin. Dînamîka civakê jin û ciwan li vir xwe bi hêz kirin. Ya herî girîng hemû gelên li herêmê dijîn di nava yekîtî û aramiyê de bûn. Ji ber wê sedemê ye ku îro ewqas di hedefa hemû dewletan de ye. Êrişên Tirkiye îro dike li hemberî vîna jinê û vîna gelê kurd e. Ger parçeyek ji axa Sûriyeyê bigire jî wê bi vê bi ser nekeve. Civaka ku xwe bi vê zanista jin û civakê têr dike destûra van êrişan û encamgirtina wan nade.”   Di pêşengtiya jinan de destkeftiyên mezin   Rûkenê di berdewamiya axaftina xwe de bandorên şoreşê yên li ser gel û hêza jinê nirxand Rûkenê wiha axivî: “Di 2011’ê de bi avakirina yekîneyên parastinê yên jin re, bi avakirina tevgera jinan û bi taybetî jî tevgera Kongreya Star re me karibû rêxistinbûyîn û yekitiyek xurt di nava hev de ava bikin. Di aliyê civakê, siyaset, dîplomasî û sîstema hevsrokatiyê de rolên girîng hatin lîstin. Em dikarin bêjin ne ji 2011’an ve, ji hatina Rêbertî ya Rojava ve bingehek azadiya jinê û pêşengtiya jinê hate avakirin. Bi têkbirina DAÎŞ’ê re jî ev pêşengtiya jinê di şoreşa kurd de hate naskirin. Bi her alî ve şoreşek bi destê jinê hate neqişandin. Dagirkeran tucarî tehemila vê yekê nekirin. Hertim li hember vê di nava plana de bûn. Niha li Tirkiyeyê bi sedan kes tenê ji ber piştgirî dane şoreşê di girtîgehan de ne. Gelek kesayetên girîng yên li dijî DAÎŞ’ê û dagirkeran li berxwe dane hedef hatin girtin. Jiyan Tolhildan, Hevrîn Xelef, Zeynep Saruhan û wekî din rêxistina jinê gelek berdêlên giran dan. Jinên li hemberî hişmendiya qirêj ji bo avakirna civakek demokratîk li berxwe didan bûn hedefa êrişên Tirkiyeyê. Ev jin ji bo perwerdekirin, pêşxistin û birêvebirina civakê ked didan. Di nava sala çûyî de jî me gelek mînakên van êrişên Tirkiyeyê dîtin.”