'Hewcedariya civakê bi azadiya Abdullah Ocalan heye' 2023-02-08 09:01:34   STENBOL - Asya Ulker ku piştî komploya navneteweyî parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir, diyar kir ku ew ji çavên wî yên ku pê bawerî heye û dibiriqin bi bandor bûye û got: “Komplo vala derketiye. Hewcedariya civakan, gelan, jinan bi nêrînên wî hene. Di vî alî de divê di alî fîzîkî de azad be.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û komploya navneteweyî 24 sal li pey xwe hişt. Ji 15’ê Sibata 1999’an tecrîda li Îmraliyê didome û ev nêzî du salan e jî qet agahî jê nayê girtin.Li dijî tecrîdê li her çar alî cîhanê gel radibin ser piyan.   Roja reş û berxwedana bi dawî nabe   Li her derê cîhanê bi milyonan kes daketin qadan û li dijî komploya 15’ê Sibatê reş li xwe kirin û gotin ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û ev roj wek roja reş bi nav kirin.   Gel bi paradîgmayê dijî   Abdullah Ocalan tam 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda giran de dijî. Tevî tecrîda giran ji wê rojê de ye bê navber xebat, hilberîn, pespektîf û gelek pêşniyarên çareseriyê danî holê. Fikir û nêrînên wî di serî de ji aliyê gelê Kurd û hemû gelên Rojhilat û cîhanê ve wek mifteya çareseriyê tê dîtin.   Navnîşana çareseriyê diyar e   Mekanîzmayên navneteweyî û hiqûqa hundir li dijî tecrîda giran bêdeng in û hemû hewldan û serlêdanên ji bo hevdîtinan tên kirin bê bersiv tên hiştin. Niha hem malbat, hem parêzer û hem jî rayagiştî ji bo tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin pêk bên, azadiya Abdullah Ocalan pêk bê bang dikin. Gel diyar dike ku çareseriya pirsgirêkan bi rakirina tecrîdê pêkan e.   Piştî komployê parêzerî kir   Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Asya Ulker e. Asya Ulker di navbera 2001 û 2011’ê de parêzeriya Abdullah Ocalan kir. Asya ku 12 sal in bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re nikare hevdîtinê bike, bi sedan parêzerî re ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê da lê tu bersiv negirt.   Asya Ulker der barê pêvajoya naskirina Abdullah Ocalan, hevdîtinên Îmraliyê, jiyan û valaderxistina komployê de axivî.   *We Abdullah Ocalan çawa nas kir? Hûn dikarin pêvajoya ku we dest bi parêzeriyê kir vebêjin?   Birêz Abdullah Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê û piştî birin Îmraliyê min parêzeriya wî kir. Girtina wî bandorek mezin li min kir. Dema hat girtin  ez matmayî mam. Gelek bi bandor bûm. Lê di esasê de min ew nas nedikir, eleqeya min pê tunebû. Tenê min ji MED TV'yê temaşe kiribû. Dema hat girtin wek Kurdekê bi bandor bûm. Wek parêzerekî min xwe berpirs dît. Piştre ketim hewldanan. Min serî li Buroya Hiquqê ya Asrin da û min parêzerî kir.   *Di hevdîtina ewil de hûn çi jiya, bandorek çawa li ser we kir?   Di meha cotmehê ya 2001’ê de hevdîtina yekem çêbû. Ez gelek bi kelecan bûm.Em axivîn lê ji ber kelecanê hema hema min axaftinên wî hemû ji bîr kir.Mirovekî mutevazî, xwezayî, mirovekî ku bawerî dida mirovan bû. Nav, paşnav, bajarê me, baroya me dipirsî. Qet nayê bîra min ku min çawa bersiv daye. Ez ji tiştekî pir bi bandor bûm. Her cara em diçûn hevdîtinê radibû ser piyan û em pêşwazî dikirin. Wek ‘hûn’ xîtab dikir. Pir bi nezaket bû. Her gotin û her tevgera wî ji bo min pir girîng bû. Dema em parêzer diçûn teqez her carê hevalek jin hebû. Girîngiyek mezin dida parêzerên jin.   Samîmî, bi bandor û bawerî dida   Min ew her tim ji dûr ve ji televîzyonan temaşe dikir. Dema em hatin rû hev, min pir bala xwe dida tevger, taybetiyên wî û gotinên wî.  Lê ji nêz ve ez zêdetir bi badnor bûm. Pir samîmî, xwezayî, baş, bawerî dida û bi bandor bû. Mirovên hember xwe wek xwe didît. Nirx dida mirovan. Bêguman mirov li hember kesekî di wê astê de zêdetir baldar dibin. Lê Birêz Abdullah Ocalan ev navber kêm dikir heta tune dikir. Mirovekî pir rehet, mutevazî bû. Mirovekî mirov dikaribûn pê re sohbetê bikin. Her tim der barê nêrînên xwe de digot hûn çawa difikirin. Her çû me ew baştir nas kir û pêşdarazên li hember profîla wî hemû hatin guhertin.   Çavên wî dibiriqîn…   Ji bilî Birêz Ocalan bi pêşengekî din re hevdîtinek min a wisa nêz çênebû. Mirov pêşengekî her tim bi cudahiyan difikirin. Lê bi Birêz Ocalan re ev profîl tunebû. Ew bi we re di heman astê de ye, rehetiyê dide we, nêrînên we dipirse, li hember mirovan rêzdar e. Piştî hevdîtina yekem şûnde di hevdîtinên din de biriqîna çavên wî pir bandor li min kir. Wê demê nêzî 50 salî bû. Ji bo min di wî temenî de çavê mirovan evqas nabiriqe. Lê çavên birêz Abdullah Ocalan pir dibiriqî. Di hevdîtineke me ya demên ewil de birêz Ocalan pirtûka ‘Ji Dewletên Rahîp Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk’ nivîsî bû û qedandibû. Ji me pirsî got we çawa dîtiye. Hevalan nêrînên xwe anîn ziman. Lê Birêz Ocalan got ‘rexne tune? Rexne bikin.’ Vê gelek bandor li min kir.   *Hûn dikarin nirxandinên Abdullah Ocalan yên ji bo jinan û çavderiyên xwe bînîn ziman?   Birêz Ocalan di her hevdîtinê de teqez der barê jinan de nêrînên xwe der barê pirsgirêkên jinan de nirxandin dikir. Bêguman Birêz Abdullah Ocalan di pêvajoyê de di mijara jinê de gelek kûr bû, proje pêş xist. Beriya bê girtin Jî der barê jinan de nêrîn û projeyên wî hebûn. Heta di hevdîtinan de her tim digot ‘nîvco ma’. Di hevdîtinan de femînîzm teng didît. Digot ji femînîzmê bandor bûye, pirtûkên gelek nivîskarên jin xwendiye. Digot nêrîna wî zêdetir xurtkirina jinê, pêşxistina jinê, felsefîk, polîtîk, wêjeyî û estetîk e. Digot divê jin xwe biparêze, parastina cewherî pêk bîne û xwe bi rêxistin bike. Digot divê jin di qada sporê de xwe pêş bixe. Digot jin zanistik e. Digot divê navê jineolojiyê di alî zanistî de bê nasîn. Îro dirûşma ‘jin jiyan azadî’  ji vê felsefeya esas ji vê nêrînê vejiyaye.   *Komploya navneteweyî ku 24 sal li pey xwe hişt gelo bi ser ket? Rêberê PKK’ê li dijî komployê seknek çawa nîşan da?   Armanca komployê vala hatiye derxistin. Birêz Abdullah Ocalan li gravek wek Îmraliyê di girtîgeheke Tîpa Ewlehiya Bilind bi salan tenê ma û tevî vê tu carî ji hilberîna xwe tiştek winda nekir. Berovajî vê hilberand. Parêznameyên xwe darizandinên xwe hemû veguhert hilberînê û sîstematîkbûnê. Gelek pirtûk derxist. Hemû di encama hûrbûn, lêkolînên wî de derketin holê. Di vî alî de em bifikirin komplo vala hatiye derxistin. Komplo vala derketiye. Hewcedariya civakan, gelan, jinan bi nêrînên wî hene. Di vî alî de divê di alî fîzîkî de azad be. *Daxwaza malbatê, parêzeran û hemû gelan azadiya Abdullah Ocalan e. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Mirovekî pirsgirêkan çareser dike û çareseriyê pêk tîne ye. Ji bo civak û gel ji vê fêdeyê bigirin divê Abdullah Ocalan di alî fîzîkî de azad be. Ji xwe wî jî ev digot, 'Ez mirovekî azad im'. Di alî fîzîkî de mayina di nav çar dîwaran de nayê wateya ku ez ne azad im. Di alî wî de ev nêrîna li hember azadiyê bû. Xwe wek girtiyekî nabîne. Lê hewcedariya gelan, civakan, jinan bi nêrînên wî hene. Di vî alî de divê azad be.