Li Semsurê di bin kavilan de bi hezaran kes hene 2023-02-07 18:15:43   NAVENDA NÛÇEYAN- Yek ji cihên ku erdhêjê lê xist Semsure û hîna bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Li bajar xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi derfetên gel tên meşandin. Alîkarî jî hîna negihiştine.   Bîlançoya erdhêja duh li Kurdistanê  hat jiyîn û li 10 bajaran hilweşînên mezin pêk anî,  her diçe giran dibe. Bi taybet ekîbên xilaskirinê têr nakin û windahiya can her diçe zêde dibe. Her wiha alîkairyên wek xurek, kon û cil û bergan jî hîna negihiştine cihê bûyerê.   Semsurê rewşa dawî   Yek ji cihên ku erdhêj lê gelek bi bandor bû Semsurre û hîna xebatên lêgerînê tam destpê nekirine. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin heta niha ji bo bajaroka Yaylakonak heta niha tu ekîb an jî alîkarî neçûye. Li gundê Balyan ya ku 67 mal lêbûn gelek xanî  hilweşiyane û pir kes hîna di bin kavilê de ne.   Ne ekîp welatî hewle didin mirovan xilas bikin   Li bajar û gundan tu veguhestin nabe. Li Semsurê gelek avahî hilweşiyane û ev ji dîmenan xuya dike.  Ekîbên xilasiyê pir kêmin û welatî bi derfetên xwe xebatan dimeşînin.    Welatiyên xaniyê wan hilweşiyan çûn gundê Tekpinar . Dîsa gel jib o benzîn çûn diçin navçeya Kahtayê.Li Kahtayê jî bi hezaran kes hîna di bin kavilan de ne. Li gorî çavkaniyên me agahî jê girtine nahêlin alavên alîkariyê jî bikevin bajar.