Koordînasyona HDP’ê ya qeyranê: Em ji bo hevkariya bi AFAD’ê re amade ne 2023-02-07 17:10:12     AMED - Li ser navê Koordînasyona HDP’ê ya qeyranê hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û got: “Rewş awarte ye, ewlehî nehatin girtin û mudaxale di asta herî kêm de ye. Me koordînasyon ava kir û ji bo alîkariyê dixebitin. AFAD astengiyan derdixe. Em ji bo hevkariya bi AFAD’ê re amade ne lê bi israr daxwazên me tên redkirin û alîkariyên me têne astengkirin.”   Di encama erdheja duh li navenda Mereş û Dîlokê daye de li 10 bajaran xirabûn pêk hatin. Bîlançoya erdheja ku li Kurdistanê bandora xwe nîşan daye her ku diçe girantir dibe. Li ser navê Koordînasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevserokê giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk û hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag daxuyanî dan.   ‘Dem dema piştevaniyê ye’   Li ser navê koordînasyona HDP’ê ya qeyranê Safiye Akdag axivî. Safiye sersaxiya malbatên kesên xwe wenda kirine kir û agahiyên heyî wiha parve kir: “Li Semsûr, Meletî, Amed, Dîlok, Hatay, li Edene, Mereş û li Meletiyê maseyên me yên krizê hatine vekirin. Bêje li her bajarî bi qasî 10 parlamenterên me hene. Li gel wan ji rêxistina me û gelek hevalên peywir standine cih digirin. Pêdiviyên weke xurek, cil û berg û weke ji bo lêgerîna kesên di bin kavilan de mane hatin pêşwazîkirin. Ji bo zarokan jî bi heman rengî ji bo ewlehiyê pêdivî hatin komkirin. Herkes ji aliyê xwe ve alîkarîyê dike. Malbatên me hestiyar nêz dibin, di aliyê alîkariyê de herkes di seferberiyê de ye. Li gel van pêdiviyan komên me yên tendirustiyê yên dildar jî bi rê ketin çûn cihê bûyerê.” Safiye herî dawî ji bo kesên birîndar daxwaza xwînê kir û got dem dema piştevaniyê ye.   ‘Em ji bo hevkariyê amade ne’   Berdan Ozturk jî bi sersaxiyê û hêviyên derbasiyê dest bi axaftinê kir û got: “Li her welatî, li her deverê û bajarî beriya van bûyeran ewlehî têne girtin. Lê belê dîmenên li pêşiya me nîşan dide ku tu ewlehî nehatine girtin. Piştî kavil û bilançoya giran a derketiye pêş, em dibînin dewlet mudaxaleyek baş nake. AFAD tişta ku ket li ser milê wê nekir. Em ketin roja duyemîn û hîna gelek welatî di bin kavilan de ne. Li beramberî van me hewil da em demilidest xwe bigihînin hemû deverên bûyerê. Me maseya krîzê xiste meriyetê. Lê belê ev komên me yên ji bo alîkariyê çûne cihê bûyerê ji aliyê AFAD’ê ve rastî astengiyan hatin. Ev rewşek ne exleqî ye. Ev du roj in welatiyên me li benda xelaskirinê ne. Divê ev bûyer nebe melzemeya siyasetê. Me alîkarî û pêdivî kom kirine lê belê di warê belavkirina van  de jî astengî ji me re têne derxistin. Em dixwazin mexdûriyeta gel were derbaskirin û ji bo vê jî em dibêjin em amade ne bi AFAD’ê re hevkariyê bikin.”