Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên erdhejê banga lezgîn kir 2023-02-07 16:35:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên erhejê yên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, bi taybet ji bo yên li Şêxmeqsud banga alîkariya lezgîn li saziyên navnetewî kir.   Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê daxuyaniyek li Staydyoma 12`yê Adarê ya Qamişloyê da. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dixtor Hesen Mihemed Emîn ve bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayîn.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li bajarê Mereşê ya bakurê Kurdistanê erdhejên mezin çêbûne û li piraniya bakurê Kurdistanê, Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûye sedema hilweşîn û windahiyên canî.   Di erdhejê de gelek ziyanên canî û madî çêbûne, lewma Heyva Sor a Kurd bi hevkariya şaredariyên gel, Desteya Tenduristî, meclisên bajaran û hêzên parastinê ji bo alîkariya mexduran ketiye nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de li gelek cihên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê navendên bi ewle hatine diyarkirin, li van deran kon hatine vedan, alîkariya tenduristiyê tê kirin, ekîbên tenduristiyê û ambulans 24 saetan ji bo xizmetê amade ne. Di van konan de her wiha pêwistiyên jiyanî tên pêşwazîkirin. Ji bo gelê Helebê jî alîkarî hatiye şandiye.   Em bang li tevahî saziyên navnetewî yên eleqedar kir ku ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî û dermanan xwe bigihînin Bakur û Rojhilata Sûriyeyê. Sziyên navnetewî dikarin bi riya Heyva Sor a Kurd xwe bigihînin cihên erdhejê, bi taybet xwest ku alîkariya gelê taxa Şêxmeqsud a Helebê bê kirin.   Eger bê xwestin ew amade ne alîkariya mexdurên erdhejê yên li herêmên di kontrola Hikûmeta Şamê de."