Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî komkirin 2023-02-07 16:08:41     ÎZMÎR/WAN - Xebatên alîkariyê ya ji bo herêmên erdhejê didomin. Li Wan û Îzmîrê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin   Xebatên alîkariyê yên ji bo herêmên erdhejê didomin. Li Wanê ji hêla Platforma Ked û Demokrasiyê û li Îzmîrê jî ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin ve kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin.   Li Wanê jî Platforma Ked û Demokrasiyê, kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de amûr li avahiyên HDP'a bajêr û ya navçeyan û avahiyên KESK û Baroya Wanê tên komkirin.   Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo herêmê 11 TIR, 2 balafir û keştiyek alîkariya mirovî ber bi Edene, Amed û Mereşê ve hatin şandin. Îro dê li herêmê mutbexe mobîl a sed hezar danî xwarin dê li herêmê bixebite.   Tevgera Hêviyê ku şaredariyê duh da destpêkirin her diçe mezin dibe. Heya niha di çarçoveya kampanyayê de 17 hezar û 765 pakêtên xwarinê, 974 pakêtên zexîre, hezar û 374 pakêtên paqijiyê, 8 hezar û 985 betanî û hezar û 841 tulumên xewê hatin bexşkirin. Amûrên alîkariyê li Fûara Îzmîrê û li Kulturparkê tên komkirin.   Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, wesayîta AKS'ê, 2 ambulansên îtfaiyeyê yên AKS'ê, 4 ambulans, amûra rizgarkirinê, amûra şewatê û tevî kûçikekî amûra tîma rizgarkirinê û 16 wesayît, 84 personel û 3 tîpên rizgarkirinê yên bi kûçik şandin.