Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewam dike 2023-02-07 11:38:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hefteyek li pey xwe hişt. Çalakî bi komeke nû dewam dike.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, hefteyek li pey xwe hişt. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma çaran Şemzîn Şîn axivî.   Di destpêka axaftinê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re hat xwestin û wiha hat gotin; “Erdhejek mezin li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêbû, her wiha bandora xwe li deverên din jî kiriye. Em ji malbatên kesên ku di wê erdhejê de jiyana xwe ji destdayîn re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Ev demek dirêje me ji Rêberê xwe ti agahî nestandiye, ne tenê di vê meha reş û tarî de êriş li ser Rêber Apo, gelê Kurd û şoreşa gelê Kurd tê kirin berdewam e, heta ku em Serokê xwe bi fîzîkî azad nekin em ê çalakiyên xwe bi her awayî bidomînin.”   Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike" û "Jin Jiyan Azadî" hate dewir girtin.