Li Sûriyeyê 769 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da 2023-02-07 11:35:11     NAVENDA NÜÇEYAN - Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe. Li gorî daneyên hikumeta Şamê heta niha 769 kesi jiyana xwe ji dest dane.   Erdheja ku duh li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê rû da, bandoreke giran li Sûriyeyê û Lubnanê kir. Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê îro ragihand ku heta niha li bajarên Heleb, Hema, Lazîqiyê, Tartûs û gundewarên Idlibê 769 kesş jiyana xwe ji dest daye, hezar û 448 kes jî birîndar bûne.   Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihand ku ji ber erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 57 kes jî birîndar bûne.