Abdullah Ocalan ji bo komployê çi got? 2023-02-07 09:01:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan armancên komploya li dijî xwe berê jî bi gelek aliyên wê nirxandibû. Di parêznameyên xwe de bi berfirehî balê dikşîne ser vê yekê.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Ev nêzî du salan e jî qet agahî jê nayê girtin. Di parêznameyên xwe de Abdullah Ocalan balê dikşîne ser sedem û armancên komployê.    Di komployê de rola Yewnanîstanê   Abdullah Ocalan bi tespîta xwe ya “Tê dîtin ku komplo bi giştî li ser xeta şerê Rojhilat-Rojava pêk tê” xala destpêkê ya komployê nîşan dide. Abdullah Ocalan ku her tim balê dikişîne ser rola Yewnanîstanê ya di komployê de wiha got: “Min wekî xala lewaz a Anatolya û Tirkiyeyê dihesibînin. Siyaseta Yewnanîstanê, weke zarokê xerab û tundrewê Rojava, her tim xwestiye ku min di rewşeke bê prensîb de, wekî yê tenê zirarê dide nîşan bide. Berovajî vê yekê, gava dît ku têkiliya min dê zirarê bide wan, dudilî nebû ku min bavêje nav agir. Lê belê rola dawî ya Yewnanîstanê bi giranî di forma hevkariya xayîn de bikaranîna hevaltiyê ye. Û bal kişand ser wê yekê ku Yewnanîstan di berdêla vê yekê de ji bo pirsgirêkên Qibris û Egeyê tawîzan dixwaze.   Rola hêzên ku tînin Tirkiyeyê   Abdullah Ocalan diyar dike ku yên ku talîmata esas dide Tirkiyeyê ku ji bo wî bînin Tiriyeyê, DYA û ligel vê hêzên din in û wiha dirêjî dayê: “Nunerê taybet, Blîken bixwe diyar kir ku talîmata teslîmkirinê serok Clînton daye. Ev bi helwestek terorîzmê îzakirin wê nêzîkatiyek teng be. Li pişt vê Isral îl heye. Aliyên şer yên rastgirên Isralê bi soza daye Tirkiyeyê têkiliya wan xurte. Serokwezîrê emî yê Isralîlê  lîderê bloka Lîkud Benyamîn Netenyahu ye. Isral di hevsengiya stratejiya Rojhilata nvîn de ji bo Tirkiyeyê ligel xwe bigire di pêkhatine komployê de aktorê sereke ye. Lê ne tenê ye.  Texmîn nakim Isral bi demokratên xwe yên çep re di xeta Şîmon Perez re bin. Suîkasta Îzak Rabîn jî bi rastgiran re girêdayî ye. Clînton dema ku amamdekariyên komploye giran bû, bi şantaja Monîca re bê bandor hatiye hiştin û her gotina lobiya Israîlê pêk tîne. Hem hevjîna wî Hîlllary hem jî Monîca bi şantajên destê xwe gelek biryarên esrokatiyê derxistin. Di navbera stratejiya Israîl û Yewlnan de hevkariyek di mijara Tirkiyeyê de dertê holê. Clînton vê kordîne dike. Hîmê vê li Londonê hatiye avêtin û min îzole dikin, dixwazin Kurdan û PKK’ê bikin bin kontrola xwe. Esas xwe dispêre vê.”   Di komployê de bandora hîmên çandî   Abdullah Ocalan diyar dike k udi komploya navneteweyî de bi qasî berjewendiyên aborî yên çandî jî  bi bandorin û di vê mijarê de jî wiha dibêje: “Di komployê de bi qasî berjewendiyên aborî yên çandî jî divê li ber çavan bên girtin. Der barê kesayeta min de diyar bû ku demek dirêje şopandinê dikin. Ji zûde biryar dane ku ez li dijî mentalîteya wa me. Min xwe di atmosferek wisa de dît. Ev atmosfer jî bi zanebûn hatiye afirandin.”   Di neçareseriyê de israr   Abdllah Ocalan anî ziman ku ye ji sedemên din yên pêkhatina komployê israra di neçareseriya pirsgirêka Kurd de ye û di vê mijarê de jî vê nirxandinê dike: “Kapîtalîzma Ewropa di du sedsalên dawî de girêdayê polîtîka Kurd maye. Di hîmê vê polîtîkayê de di serîde Tirk, Ereb û Îranê bixwe ve girê dide û kurdan jî wek alava tehdîdê bikar tîne. Min di pirsgirêka Kurd de çareseriyek ferz dikir. Wan jî ev pirsgirêk her tim wek koz destê xwe de digirt. Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo wan hîna dema wê nehatiye. Heta hesabên xwe bi Îran, Iraq û Tirkiyeyê re bikin xuyaye wê koza Kurd bi destê xwe de bigiririn. Ev ji bo Kurdan tê wateya polîtîka ‘ne bimre ne jî bimîne’.Ev nêzîkatiye çavsore. Ger hinek piştgirî bidana wê di esasa rast de şertên çareseriyê pêk bihata.”   ‘Tasfiya tevgera Kurd û serokatiyê’   Abdullah Ocalan sedemeke din ya komployê ku bi komployê hat radestkirin wiha bi lêv dike: “Di radestkirinê de armanca herî mezin tasfiyekirina tevgera Azadiya Kurd û serokatiya wan e. Bi hevkarên Kurd re têkiliyên bi salan hatin meşandin, bi vê tasfiyê re ji nûve xistin dewrê. Qaşo wê rêberiya Kurd ya demokratîk lîberal bihat aafirandin û Kurdên ku her dewletê li gorî xwe amade kiriye wê bihata afirandin. Di vê mijarê de Almanya serkêşiyê dike. Afirandina komên Tirk, Kurd, Ereb û Îranê polîtîkayek kenv a Rojhilata navîne. Ev polîtîka ji Enver Paşa heta niha bi bandor bûye. Demên dawî de li Tirkiyeyê hatiye xwestin pêngavên pêşdetir bên avêtin. Tê xsesin tevgera azadiya Kurd bê tasfiyekirin. Carek din Kurd bên parçekirin.”   Aştiya her şerekî heye!   Abdullah Ocalan diyar dike ku her şerek aştiya wê heye û ji bo aştiya civakî hewldanên aştiyê gelek girîngin û wiha dirêjî dayê: “Lêkolînkirina aştiyê û bi sînor be jî pêş xistin nayê wateya windahî an jî kar û barên vala. Yên riyên aştiya mayînde pêk naynin, di alî leşkerî de qezenc bikin jî dawiyê de ji têkçûnê xilas nabin. Ev êş û zehmetiyên şer niznain. Ne aştiyê fêm dikin ne jî dixawzin. Tevî her tiştî divê cidiyeta pêvajoyê bê dîtin. Ev pêvajo girînge. Berovajî vê wê civak ji kaosê xilas nebe.”