Alîkarî nagihêjin herêma erdhêjê 2023-02-06 19:00:46   ENQERE- Erdhêja bandor li gelek bajaran kir, li Hatay û Meletiyê ji ber nikarin xwe bigihînin gund û navçeyan, di şandina alîkariyan zehmetî tên jiyîn.   Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê ya bi pileya 7,7 pêk hat li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bû sedemê hilweşînê.  AFAD’ê diyar kir ku heta niha bi giştî hezar û 498 ksî jiyana xwe ji dest da û 8 hezar û 533 kes jî birîndar bûn.   Alîkarî negihiştin Meletî û Hatayê   Li Hatayê avahiyên dewletê jî têde gelek avahî hilweşiyan û ekîbên AFAD’ê jî nikaribûn xwe bigihînin herêmê.   Hat hînbûn ku şandina alîkariyan ya ji bo gundan nehatiya kirin û li Meletiyê kon jî nehatine avakirin û alîkarî ji bo gel nehatiye şandin.