AFAD: Hezar û 498 kesî jiyana xwe ji dest da 2023-02-06 18:18:50   ENQERE- AFAD’ê diyar kir ku di erdhêjên li Kurdistanê pêk hatine de hezar û 498 kesî jiyana xwe ji dest dane.   Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê ya bi pileya 7,7 pêk hat li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bû sedemê hilweşînê.   Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karasetê (AFAD) diyar kir ku di erdhêja mijara gotinê ye de hezar û 498 kesî jiyana xwe ji dest daye, 8 hezar û 533 kes birîndar bûne. Her wiha hat destnîşan kirin ku 2 hezar û 834 avahî hilweşiyane.