Li Botanê koordinasyona krîzê hat ava kirin 2023-02-06 17:23:38   ŞIRNEX – Li Şirnexê ji bo erdhêja ku li Mereş, Dîlok û bandorê li ser gelek deverên din kir, koordinasyona krîzê hate ava kirin.   Li Şirnexê ji bo erdhêja ku li Mereş, Dîlok û bandorê li ser gelek deverên din kir, koordinasyona krîzê hate ava kirin. Bİ wî minasebetê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Cizîrê bi daxuyaniyek hat dayîn. Parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr, Şaredariya Silopya, Rêxsitina HDP’ê Bajarê Şirnexê, Tevgera Jinên Azad(TJA), MEBYA-DER, TUAY-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Kesk a Çepê, Komeleya Çand û Zimanê ya Birca Belek beşdarî daxuyaniyê bûn.    Girseya ku xwest daxuyaniyê bide bi astengiya polîsan re rûbirû man. Piştî nîqaşên dirêj girse daxuyaniya xwe da. Ewil Hevserokê HDP’ê Bajarê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û diyar kir ku ew qasî ku ji destê wan hat wê ligel gelê xwe bin û alikariyê bikin.    Hevşaredara Silopyayê Adalet Fîdan jî axivî û daxuyand ku wan ji bo welatiyan kampanyaya alikariyê dane destpê kirin û wiha got: “Gelê Botanê ji xera kirin û talankirinê re ne dûr in. Ji ber vî yekê me ji serê sibehê ve xebatên xwe yên ji bo piştgiriyê re destpê kiriye û hêj berdewam dikin. Wek Şaredariya Silopyayê jî koordinasyona krîzê ava kiriye. Konên ji bo welatiyan hatiye bicîh kirin. Her wiha ji bo eşyayan jî alikarî û piştevaniyên me û yê welatên me berdewam dike. Em ê wek pirekê alikariya gelên xwe bigihînin gelan.”