Li bakurê Kurdistanê erdhej: Gelek kesî jiyana xwe ji dest da 2023-02-06 11:16:44     NAVENDA NÛÇEYA - Navendên wan Dîlok bi pileyên 7.7 û  6.6  li ser hev erdhej çêbûn. Erdhejê piştî dîlokê herî zêde bandora xwe li ser Mereşê kir. Di encama erdheja ku pêk hat de gelek kesî jiyana xwe ji dest da.    Navendên wan Dîlo bi pileyên 7.7 û  6.6  li ser hev erdhej çêbûn. Erdhejê di serî de li bakurê Kurdistanê bandor xwe li ser gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene.    Erdhejên li Mereş û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Xerpêt, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir.    Amed   Avahiya 8 qat a li cem Notera 4’emîn a li navçeya Peyas a Amedê hilweşiya. Zarokeke 8 salî di bin xerabeyên avahî de hate rizgarkirin. Her wiha cenazeyê jinekê hate derxistin. Avahiya bi navê Işiklar a li ser Kolana Îskan Evlerî ya Rezanê jî hilweşiya. Ji bin xerabeyên avahî de 3 kes bi birîndarî hatin derxistin. Hat zanîn ku hêj 6 kesên din di bin xerabeyan de ne. Di heman demê de ji  xerabeyên Avahiya Akar a 9 qat a li kolana 482’yan a li ser Kolana Emek a Rezanê 27 kes hatin rizgarkirin. Di nav de zarok jî, bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêj niha jî di bin xerabeyên avahî de kesên birîndar hene ku li benda alîkariyê ne. Hejmara kesên bi birîndarî ji bin xerabeyên Avahiya Cengîzler a li semta Tesîsler a Peyas a Amedê hatin derxistin bû 8. Di avahiya 7 qat de bi giştî 24 daîre hebûn û nayê zanîn bê ka çend kes di bînayê de ne.    Li Kolana Barişê ya Taxa Şeyh Şamîlê ya Amedê jî navçeya Rezanê ya Amedê avahiyek hilweşiya. Hat diyarkirin ku di bin kavilên avahiyê de herî kêm 100 kes hene.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku di encama erdhejê de, ji saet 06.30’an ve li 7 bajaran herî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest dan û 440 kes jî birîndar bûne.    Semsûr   Semsûr: 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn û 100 avahî hilweşiyan.   Li Rihayê gelek avahî hilweşiyan    Erdhejê bandoreke mezin li ser Riha û navçeyên wê kir û gelek avahî hilweşiyan. Li navenda bajar û navçeyên wê yên Hewag, Berecûk û Pirsûsê herî kêm 60 avahî rûxiyan. Li navçeyên navendî yên Halîliye û Eyûbiyeyê herî kêm 20 avahî hilweşiyan. Heta niha ji bin xerabeyên avahiyan 20 cenaze hatine derxistin û li derdora 100 kesî jî bi birîndarî hatin rizgarkirin.    Her wiha li navçeyên din jî herî kêm 40 avahî hiweşiyan û hat zanîn ku gelek kes di bin xerabeyên avahiyan de ma ne.    Dema xebatên lêgerînê didomiyan de avahiyeke li Taxa Bahçelîevlerê hilweşiya. Bang li gel hate kirin ku ji avahiyên xesar gihiştiye dûr bisekinin.    Li Meletî cenazeyê 23 kesî hat derxistin   Li Meletî li gorî agahiyên destpêkê cenazeyên 23 kesî ji bin xirabeyan hatin derxistin. Li gorî daxuyaniya walîtiyê. 14 avahî hilweşiyane. Herwiha heta niha 420 kesê bi awayê birîndar ji bin xirabeyan hatine derxistin.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê du avahî hilweşiyan   Li Mêrdînê ji ber erdheja Bazarcix a Mereş, gelek avahî texrîb bûn û 2 avahiyên mustaqil hilweşiyan. Li gor agahiyên bi dest ketin li gundê Dihêe yê Qoserê du avahiyên mustaqil hilweşiyan.     Li Edeneyê 6 avahî hilweşiyan   Li taxên Guzelyali, Yûrt û Hûzûrevleriyê yên navçeya Çûkurova ya Edeneyê 6 avahî hilweşiyan. Hat ragihandin ku gelek eks di bin kavilên avahiyan de mane.    Li Osmaniyeyê jî avahî hilweşiyan   Li gor agahiyên destpêkê li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan û 5 kesên di bin kavilan de mane jiyana xwe ji dest dane.    Li kirikhanê boriya gazê teqiya   Li derdora sînorê gundê Topbagazi yê navçeya Kirikhan a Hatayê, 200 metreyan di bin erdê de di navbera 3 kîlometreyan de li du deveran erdhej çêbû. Bi çêbûna erdhejê re boruya gaza xwezayî teqiya. Bi teqîna boruyê re şewat derket.