Li Sûriyeyê 237 kesî jiyana xwe ji dest dan 2023-02-06 10:50:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Erdheja di saetên destpêkê yên îro de li Bakûrê Kurdistanê pêk hat, li bajarên Suriyeyê jî gelek avahî hilweşandin. Li gorî rayedarên Suriyeyê heta niha 237 kesan jiyana xwe ji dest daye û 639 kes birîndar bûne.   Erdhejên ku li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakûr li pey hev bi pîleya 7.4, 6.4 û 6.5 pêk hatin, li Suriyeyê jî rê li ber ziyanek mezin a canî û madî vekir. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê diyar kirin ku li bajarên Heleb, Hema, Tertus û Laziqiyeyê bi sedan avahî hilweşiyane û heta niha 237 kesan jiyana xwe ji dest daye, 639 kes jî birîndar bûne.