Li Amedê maseya krîzê hat avakirin 2023-02-06 09:24:32   AMED - Li Amedê xebatên ji bo rizgarkirinê ya ji ber erdhejê dewam dike. Li navçeyên Peyas û Rezanê avahî hilweşiyan û gelek kes hatin rizgarkirin. Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê maseya krîzê ava kir.    Li navçeya Pezercix a Mereşê bi pileya 7,8 û li Dîlokê jî bi pileya 6,5 erdhej çêbû. Bîlançoya erdhejê her ku diçe girantir dibe. Heta niha tê gotin li Amedê 7 avahî hilweşiyane. Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê maseya krîzê ava kir.    5 kes di bin karesatê de ne   Xebatên lêgerînê yên ji bin karesatê dewam dikin. Avahiya Cengizler a li tesîsler a Navçeya Peyasê hilweşiya. 5 kes ji bin karesatê hatin rizgarkirin. Nayê zanîn ku çend kes di bin karesatê de ne û tê gotin rapora xisarê ya avahiyê heye.    10 birîndar ji bin karesatê hatin derxistin   Avahiya Işık a li ser Kolana Sentol ya Rezanê ya ji 32 daîreyan pêk tê jî hilweşiya. 9 kes ji aliyê welatiyan hatin rizgarkirin her wiha yek jî ji aliyê AFAD'ê ve hat rizgarkirin. Li herêmê nûnerên saziyên fermî kesî xuya nekir û kesên hatin rizgarkirin jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.    Ji avahiya Akarê ya neh qatî ya li kuçeya  482'yan a Rezanê 20 kes bi birîndarî hatin rizgarkirin. Li gor agahiyên ne zelal in 4 kesî jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin pitika 2 sal û nîvî jî jiyana xwe ji dest daye.    Xebatên rizgarkirinê dewam dikin   Avahiya Işıklar a li ser kolana Îskanevlerî ya navçeya Rezanê hilweşiya û 17 kes ji aliyê gel ve hatin rizgarkirin her wiha yek jî ji aliyê AFAD'ê ve bi saxî hat derxistin. Hat diyarkirin ku di bin karesatê de kesên birîndar hene.