‘Kujerên jinan cesaretê ji dewletê digirin’ 2023-02-06 09:04:29     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Danişîna ewil a kujerê Sakîne Kultur a ku ji hêla Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hate qetilkirin hat dîtin. Jinên ku tevlî danişînê bûn destnîşan kirin ku kujer bi awayekî aşkere pişta xwe dispêre sazî û zagonên dewletê.     Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di 14’ê Gulana 2022'yan de Sakîne Kultur (40) bi rêbaza îşkenceyê hatibû qetilkirin, cenazeyê wê li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû kirin de wekî gumanbar Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 15’ê Gulanê de hatibû girtin. Danişîna yekemîn a Îbrahîm Barkinê di 3’ê Çilê de hate dîtin. Jinên ku tevlî danişînê bûn derheqê dozê û polîtîkayên şerên taybet de axivîn.   ‘Kujer cesaretê ji dewletê digirin’   Hevşaredara HDP’ê Silopyayê Adalet Fîdan,  daxuyand ku kujer ji axaftin û helwesta xwe nîşan dide ku piştgiriyê ji dewletê digire. Adalet, got: “Qetlîamên li dijî jinê her diçe zêdetir dibin. Gava me doz şopand û parastinên bersûc bihîst em matmayî man. Bi rihetî û bi awayekî aşkere xwe bi sazî û dezgehên dewletê parast. Li hemberê vê parastinê dadê tu mudaxeleyek nekir. Kujer di parastina xwe de ewil xwest bûyerê manîpule bike. Hewil da ku dozê veguherînê dozeke siyasî. Ji axaftinên wî diyar bû ku piştgirî û hêzê ji dewlet û zagonên wê digire. Jixwe ji destpêka axaftina xwe heya dawiyê de bi gotinên ‘Ez girêdayî dewleta xwe me û ji bo wê xizmetê dikim, perwerdehiya xwe ji dewletê digirim’ xwest qetilkirinê rewa bike. Ango pê re jixwebaweriyek pir zêde hebû. Kujer heke girêdayî dewletê bin qetilkirina jinê ji xwe re rewa dibînin. Di danişînê de hate xuyakirin kujerên jinan bi awayekî aşkere pişta xwe dispêrin sazî û dezgehên dewletê.”   Polîtîkayên bêcezahiştinê   Adalet, destnîşan kir ku di qetilkirina jinan de polîtîkayên bêcezahiştinê rolek girîng digire û got: “Em li bendê bûn ku di doza yekemîn de biryara dayina ceza bihat dayin. Ji ber ku hemû tişt li holê ye û şahidan jî mijar vegotin. Lê daraz dîsa wekî her carê ji aliyê bersûcan ve nêz bû. Ji parastin û axaftinan tê xuyakirin ku Îbrahîm Barkin bi zanebûn û plankirî ev kuştin pêk aniye. Gotinên wî hemû bi nakok bûn. Tiştên ku li dozgeriyê û yê ku li dadgehê de digot ji hev cudatir bûn. Ji ber ceza lê nehat birîn ev jî wê firsendê didê ku di doza din de zêdetir parastina xwe bike. Cezakirinek edîlane pêk nehat. Di heman demê de di parastinên xwe de saziyên jinan hatin hedefgirtin. Roportaj û nûçeyên ku li ser hatiye çêkirin hedef nîşan da. Di bûyerê de hem Sakîne sûcdar kir, hem pişta xwe da dewletê hem jî sazî û rêxistinên jinan hedef da nîşandan. Di wir de peyamek jî hat dayîn. Ji bo kujerên din jî ev cesaretek mezin dide.”   ‘Armanc pûçkirina civakê ye’   Adalet, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herêma Botanê hem ji bo têkoşîna jinê hem jî ji bo têkoşîna gelan hertim pêşengtî kiriye. Li dijî desthilatdariyê, neheqiyê, zilm û talankirinê jinê tim deng bilind kirine û rola xwe listîne. Botan di wî milî de xwedî taybetmendiyek e. Ji ber vê yekê Botan di polîtîkayên şerên taybet de hedefek mezin e. Armanc pûçkirina civakê ye lewra li ser Botanê ji bo herêmên din jî peyamek tê dayîn. Bi taybet jî li ser herêmên ku berxwedan û têkoşîn lê bi hêz in tê sekinandin.”   ‘Qetlîamek bi plankirî bû’   Hevşaredara HDP’ê ya Hezexê ku şûna wê qeyûm hatiye tayin kirin Songul Erden jî axivî û destnîşan kir ku kujer naveroka dewletê ya bi xwe ye û got: “Sakîne bi hovane hate qetilkirin û kujer ew şêwaza qetlîamê bi dilrihetî vegot. Kujer bi baweriya dewlet û polîtîkayên wê hêza xwe mezintir dike. Bi vê hêzê nîşan dide ku çi bike jî wê bêceza bimîne. Sakîneyê sûcdar kir û kuştina wê rewa nîşan da. Piştî qetilkirinê cixare kişandiye, ew jî bi tena serê xwe nîşan dide ku ev qetlîam bi zanebûn û plankirî pêk hatiye.”   ‘Em ê şopdarê dozê bibin’   Songul daxuyand ku li dijî van polîtîkayên şerên taybet dê jin xwe bi rêxistin bikin û got: “Qetilkirina Sakîne yek ji parçeyê polîtîkayê şerê taybet e. Piştî pêvajoya qedexeya derketina derve di şexsê jin û ciwanan de şerekî derunî hate destpêkirin. Armanc xistina jin û ciwanên kurd bû. Bi taybetî jî li navçeyên Qileban, Elkê, Cizîr û Silopyayê ev polîtîka hatin pêşxistin. Divê em li hember van polîtîkayan baldar bin û li dijî polîtîkayên şer ên taybet jinan bi rêxistin bikin. Em ê heya dawiyê şopdarê dozê bibin.”