Ji tekela siyaseta mêr re bes e: Jin namzetên jin dixwazin 2023-02-06 09:02:45   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku di hilbijartinên serokomariyê de ji aliyê tifaqa Ked û Azadiyê ve nîşandayina namzeta jin wê bi jinên ciwan re bixwebawerbûnê biafirîne û wiha gotin: “Divê siyaset êdî ji tekela mêr xilas bibe. Ji ber vê jî ev gav bê avêtin wê gelekî bandorê bike.”   Hilbijartinên serokomariyê nêz dibin û nîqaşên namzetiyê di rojevê de ne. Me der barê derxistina namzetên jin a Tifaqa Ked û Azadiyê de ji jinan nêrîn girt. Jinan diyar kirin ku divê siyaset j mêr û kalan xilas bibe û piştgirî ji bo namzetên jin bên dayîn.    ‘Wê bixwebaweriyê bide jinan’   Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Îzmîrê Hayat Îzgî diyar kir ku civak bi jinan zêdetir bawer dike û ev jî bi saya têkoşîna partiyên Kurd û tevgera azadiya jinên Kurd pêk hatiye. Hayatê wiha domand: “Jin pêşengên şoreşê ne. Bi serokên jin zêdetir bawerî heye. Pêşengên jin yên Kurd niha piranî girtîne û ciwan li pey wan jinan diçûn. Ji ber civak jî dizane jin hevsengiyê ava dikin. Rizgariya jinan a ji feodalîzmê bi saya têkoşîna azadiya jinên Kurd pêk hat. Êdî gelê Kurd dixwaze di hilbijartinan de namzetên jin hebin. Di rojên borî de min jinek nas kir û min got em dixwazin nazmeta me jin be. Gelek ecêb ma. Ji ber jin dengê jinan xweştir dide bihîstin.”   ‘Civak dizane ku jin dikarin her tiştî bikin’   Hayatê da zanîn civak dizane ku jin dikarin her tiştî bikinwiha bi dawî kir: “Partiyên kurd jinan teşwîqê rêbertiyê dike. Vê rewşê bandor li ser hemû têkoşîna jinên cîhanê kir. Jinên ciwan ger ku namzeta jin bibînin wê bixwebawerbûnê qezenc bikin. Berê jinan dizanibû, niha civak jî dizane ku jin dikarin her tiştî bikin. Jin ji bilî malê li derve jî dikarin her tiştî bikin. Namzet jin be ne tenê jinên Kurd wê jinên Tirk jî kêfxweş bin.”   ‘Divê hişmendiye femînîst jî hebe’   Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî daxuyakirin ku divê Tifaqa Ked û Azadiyê ku riyek sêyem pêşniyar kiriye divê zêdetir bandorê li ser jin û zarokan bike û divê tevgera jinê bibe kirde û wiha bi lêv kir: “Jin dizanin ku tifaqa Mîllet nikare pirsgirêkan çareser bike.Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî newekheviya zayendiyê û di vî alî de jinên xebatên dimeşînin jî tê de cih digirin. Di nûnertiyê de tenê jinbûn têr nake, divê hişmendiya femînîst jî hebe. Meral Akşener nûnera jin e lê ev têr nake. Divê hêviyê jî bide. Derxistina namzetên jin wê bandorek erênî bike. Profîla namzet gelek girîng e. Ne tenê akademîk divê bi femînîzmê nêz bibe. Divê keseke li qadê cih digire be. Bername jî pir girîng e. Divê êdî siyaset ji tekela mêr û kalbûnê xilas be.”   Jin wê gotina bindestan baştir bîne ziman   Endama Partiya Pêşerojê ya Çep û Kesan Nevîn Aytekîn jî di vê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku hem HDP û hem jî Tifaqa Ked û Azadiyê azadiya jinan diparêzin û wiha got: “Dema em li zext û tundiya ku AKP-MHP li jinan dikin li ber çavan bigirin, ferz e ku namzetek jin derkeve. Li dijî serdestiya mêr divê jin gotina xwe bêjin. Mêr her tim li ser hêzê hinek tiştan ava dike û her tim li alî bindestan e. Peymana Stnebolê hedef hat nîşandan, hat fehskirin. Di vî alî de namzet ji bo jinan tiştekî bêjin jî ji bo LGBTÎ+ yan tu tiştekî nabêjin. Ger namzetek jin bê nîşandan wê têkoşîn hîn bêtir serekftî be.”   Hevsroka Partiya Ji nû ve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Aslihan Tîtîz jî diyar kir ku piştî hilbijartinê jî pêvajo ji bo tifaqê girîng e û derxistina namzetên jin pir girîng e.  Aslihanê her wiha anî ziman ku li dijî dijminahiya jinê ya sîstematîk namzetên jin divê hebin û ev wê ji aliyê civakê ve jî bi erênî bê pêşwazkirin.