ROJEVA 6'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-06 09:00:00     *Ber bi 15’ê Sibatê ve çalakiya di 10'ê mehê de li Mexmûrê dest pê kiriye vegeriya greva birçîbûnê. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek têkildarî çalekiyê axivî û got: “Em xwe perwerde dikin, bi rêxistin dikin û bi awayekî bi hêz tevlî pêvajoyê dibin. Heta azadiya fîzîkî ya rêbertî wê ev têkoşîna me dewam bike.” DÎMEN HEYE   * Jinan diyar kirin ku di hilbijartinên serokomariyê de ji aliyê tifaqa Ked û Azadiyê ve nîşandayina namzeta jin wê bi jinên ciwan re bixwebawerbûnê biafirîne û wiha gotin: “Divê siyaset êdî ji tekela mêr xilas bibe. Ji ber vê jî ev gav bê avêtin wê gelekî bandorê bike.” DÎMEN HEYE   * Li gor daneyên me dane hevdu mêran di meha çileyê de 31 jin û 4 zarok qetil kirin. 9 jin û 2 zarokana bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.  ÇETELEYA TUNDIYÊ   *Danişîna ewil a kujerê Sakîne Kultur a ku ji hêla Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hate qetilkirin hat dîtin. Jinên ku tevlî danişînê bûn destnîşan kirin ku kujer bi awayekî aşkere pişta xwe dispêre sazî û zagonên dewletê.  DÎMEN HEYE