Hejmara binçavkirinên li Îzmîrê zêde bû 2023-02-06 08:38:24     ÎZMÎR - Tevî Nûçegîhana ajansa me Nazlican Yildiz 6 kes hatin binçavkirin.    Li Îzmîrê serê sibehê bi ser malan de hat girtin û nûçegîhana ajansa me Nazlican Yildiz û rêvebirê HDP'ê ya Îzmîrê Murat Tufan hatin binçavkirin. Tevî Nûçegîhana ajansa me Nazlican Yildiz 6 kes hatin binçavkirin.    6 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'a Çankayayê.   Kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne: Nazlican Yildiz, Murat Tufan, Fırat Dikmen, Murat Boztaş, Ayhan Bakir û Baran Tink.    Derbarê sedema binçavkirinê de tu agahî nehat bidestxistin.