HDP çû serdana jina ku li gumrikê tundî lê hatibû kirin 2023-02-05 15:32:11     ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê yê navçeya Silopyayê, serdana malbata jina ku li gumrikê Deriyên Sînor ê Xebûrê ji aliyê peywirdarên gumrikê ve bi tundiyê re rûbirû mabû kir.   Di 31’ê Çileyê de peywirdarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Silopiyayê ya Şirnexê tundî li jina bi navê Yildiz Ozdemîr kirin. Kêliyên ku peywirdarên gumrikê tundiyê li jinekê dikin, ji aliyê welatiyekî ve bi telefonê hate qeydkirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Silopyayê, Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, Hevserokên HDP’ê yên bajarê Şirnexê serdana malbatê kirin.   'Li me dan'   Di serdanê de Yildiz wiha behsa bûyerê kir: “Em çûbûn serdanekê, di vegerê de hatin gumrikê. Em du jin û hevjînê min bû. Di nava alavên me de lêgerîn kirin, kîsikek kincê neviyê min hebû. Xwestin wî kîsikî biavêjin. Min jî got neavêjin di wir de kincên neviyê min hene. Di wê navberê de peywridarên wir li min dan. Ez li wir asê mam. Hevjînê min jî hat. Dûre peywirdaran heqaret li me kirin, li me dan. Gelek bûyerên bi vî şiklî li wir çêdibin lê kes parve nake.”